Di depoya avê de cenazeyê jinekê hat dîtin 2016-07-14 18:09:30 SÊRT (DÎHA) - Li Sêrtê di depoya avê ya kevin de cenazeyê aîdî jineke ku nasnameya wê nediyar hat dîtin. Li Taxa Barişê ya Sêrtê welatiyan li ser bêhneke giran ku ji hawirdorê dihat, dema li depoya avê ya kevin dinihêrin rastî cenazeyê jineke ku nasnameya wê nediyar tên. Li ser vê welatî agahiyê didin ekîpmanên polîs û tenduristiyê. Polîsên ku hatin cihê bûyerê dest bi vekolînê kirin. Dozgerê Komarê yê ku vekolîn kir ji bo yekparebûna cenazeyî xera nebe, xwest dîwarê depoyê bê xerakirin û cenaze bi vî awayî bê derxistin. Piştî dîwar ji hêla ekîpmanan ve hat rûxandin cenaze hat derxistin û ji bo tespîta nasnameyî cenaze şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Ji ber cenaze zêde xerabûye ji bo tespîta nasnameyî, şandin Saziya Tibê ya Edlî ya Meletiyê. Welatiyê bi navê Haci Yilmaz ê ku hat cihê bûyerê diyar kir ku ji 6'ê kanûna 2015'an ve keça wî ya bi navê Nazîfe Yilmaz nexuyaye û dibe ku cenaze aîdê keça wî be û ji bo nimûneya DNA'yî serî li dozgeriyê da. Lêpirsîna ku ji hêla Dozgeriya Komarê ve hat destpêkirin didome. (red)