Ji wekîlên jin li dijî Serokwezîr nerazîbûn 2016-07-14 09:11:55 AMED (DÎHA) - Parlamenterên jin ên HDP'î li hemberî gotinên Serokwezîr Bînalî Yidirim ê "nexweşxane ewqas şîrîn bûne ku welatî ji bo zewacê diçin beşên lezgîn ên nexweşxaneyan" nerazîbûn nîşandan û li dijî ferseta AKP'ê banga rêxistinbûnê li jinan kirin. Li hemberî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ê "nexweşxane ewqas şîrîn bûne ku welatî ji bo zewacê ji bo jinan binêrin diçin beşên lezgîn ên nexweşxaneyan" nerazîbûn her diçe zêdetir dibe. Li hemberî gotinên Yildirim parlamenterên jin ên HDP'ê jî nerazîbûn nîşan dan. 'Welat ji aliyê hişmendiyek sivik ve tê rêvebirin' Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel diyar kir ku ji xwe polîtikaya AKP'ê ya ji bo jinan diyar e û wiha got: "Jin tune hesibandin, di nava çar dîwaran de hêlan, biryara zarok anîn û zewacê, biryara dê çi li xwe bikin dide. Em hişmendiya ku van tiştan li ser jinê dide ferzkirin napejirînin." Demîrel diyar kir ku gotinê ji aliyê rayedaran ve li ser jinan tê kirin diyar dike ku welat bi hişmendiyek çiqas sivik tê rêvebirin. 'Dev ji kar û barên xwe berdane bi zewacê ve mijul dibin' Parlamentera HDP'ê ya Edene yê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku mejiyê dewletê hatiye rawestandin û kesek texmîn nake dê kengê çi bêjin, ji ber ku bi fermana qesrê diaxivin. Beştaş bertek nîşanî Yildirim da û wiha got: "Çi karê te bi zewacê ketiye û çi eleqeya zewac û tendirûstiyê bi hev heye? Lê ve pirs ji aqilê wan re pir giran tên." Beştaş gotina wezîrê edaletê ya "Tirkiye girava aramiyê ye" bi bîr anî û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Ez bang li desthilatdaran dikim ku rastiyan bibînin û bes hewla xapandina gel bidin, ji ber ku hemû rastî li holê ne." Beştaş anî ziman ku dewletê dest ji hemû kar û baran berdaye, tenê mijara zewacê ve mijûl dibe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ew jinê wek zayendeke zu bizewice, pir zarokan bîne, di mal de bimîne û îteatî wan bike dibînin. Wek ku çawa di hemû qadan de ji xwe re li kolayan digerin dixwazin jinê jî wisan bikin. Lê em wek tevgera jinên kurd vê tiştê napejirînin û em ê li hemberî vê xwe birêxistin bikin." 'Li hemberî hişmendiya AKP'ê divê jin xwe rêxistin bikin' Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca jî da zanîn ku AKP dixwaze jinê li gor xwe terbiye bike û wiha axivî: "Dixwaze jinek ker, lal, kor û koletiyê bipejirîne ji xwe re bide avakirin û jiyana wê dizayan bike." Uca got ku bihêlin bila jin bi xwe bifikirin û bi îradeya xwe biryar bidin. Uca destnîşan kir ku siyaseta AKP'ê ya ji bo jinan qediya ye û wiha pêde çû: "Em wek tevgera jinên kurd dixwazin jinek bi îrade û şoreşger biafirînin lê AKP vê napejirîne. Tevgera kurd xwe li ser tekoşîna jinê bilind dike, lewma jî AKP herî zêde êrîşî jinan dike. Ji ber ku jiyana demokratîk bi jinê pêkan e, ji bo vê jî AKP ji jinê aciz e." Uca diyar kir ku li hemberî vê polîtîkaya AKP'ê divê jin xwe birêxistin bikin. (bî-vd/sa)