Demîrtaş: SADAT JÎTEM a AKP'ê ye 2016-07-14 08:02:12 ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkîldarî SADAT A.Ş. a ku bi hewldana şewitandina gundiyên Licê hate rojevê diyar kir ku ev rêxistin JÎTEM a AKP'ê ya wekî DAIŞ'ê ye, şîrketekî ku ji bo ku li hundirê Tirkiyeyê û derve xebatan bimeşîne, perwerde bike û wan kordîne bike ye. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş SADAT A.Ş. a ku piştî operasyona li Licê hate rojevê, nîqaşên rêziknameya meclîsê, lêgerînên peymanên nû bi Sûriyeyê re nirxandinên girîng kir. Demîrtaş têkîldarî SADAT A.Ş. a ku bi hewldana şewitandina gundiyên Licê hate rojevê diyar kir ku ev rêxistin JÎTEM a AKP'ê ya wekî DAIŞ'ê ye, di nava dewletê de bi piştgiriya AKP'ê ferasetekî DAIŞ'ê xwe rêxistin dike heye. Demîrtaş anî zimna ku SADAT A.Ş. şîrketekî ku ji bo ku li hundirê Tirkiyeyê û derve xebatan bimeşîne, perwerde bike û wan kordîne bike ye û wiha berdewam kir: "Di hundirê emniyetê, cendirmeyan de kesên ku sloganên DAIŞ'ê davêjin, nivîsên wan dinivîsînin di van operasyonan de derketine holê. Ev ji aliyê AKP'ê ve tên parastin. Ev wekî yekînekî cuda dixebitin. Xwe girêdayî qesrê hîs dikin. Wekî kontr-gerîlayên berê, di hundirê emniyet û artêşê de wekî JÎTEM'ê girêdayî hiyerarşiyeke cuda çawa xebitî niha rêxistinekî wekî DAIŞ'ê le Tirkiyeyê heye. Li şûna JÎTEM'ê niha DAIŞ'ê AKP'ê heye. Êdî qanûnekî wan girê bide jî tuneye û çawa dixwazin dê li dijî mirovahiyê sûc bikin." 'Hikûmet ji ber ku aqûbeta Kulter dizane bêdeng e' Demîrtaştaş der barê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter de jî anî ziman ku wan gelek caran serî li wezaretan dane lê hikûmet bêdengiya xwe diparêzê, ji ber ku aqûbeta wî dizanin lê nikarin îzah bikin. 'Tayînkirina qeyûman êşqiyatî ye' Demîrtaş hewldanîn tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên DBP'ê jî wekî darbe nirxand û got ku di şaredariyên ku qayûm bên tayînkirin de dê bi temamî xizmetên şaredariyê bên rawestandin. Demîrtaş anî ziman ku amadekariya hewldanên tayînkirina qeyûman xesp û êşqiyatî ye. 'Karsazên Rîzeyê pere dan PKK'ê' Demîrtaş der barê hin kes û şîrketên ku bi "alîkarîdayîna PKK'ê" tên sûcdarkirin de jî daxuyaniyên balkêş kir û got ku di van sûcdarkirinan de divê ji karsazên Rîzeyê bê destpêkirin û wiha axivî: "Bi taybetî hin karsazên Deryaya Reş ên AKP'î li heremê îhaleyên bendav, rê û pire girtine, Erdogan navê wan dizane. Wan alîkarî dane PKK'ê û vê venaşêrin jî. Gelek caran çûne ev ji Erdogan re jî gotine. Dibêjin em bacê didin PKK'ê. Erdogan jî ev yek çend caran di civînan de bi awayeke sergirtî gotb Gelo dê qayûman ji bo wan şîrketan jî tayîn bikin. Ji ber ku qasî ku ez dizamin wan gelek pere dane PKK'ê. Li şûna ku qayûman ji bo şaredariyan tayîn bikin bila ji bo şîrketên AKP'ê tayîn bikin." Demîrtaş der bare guhertina rêziknameya meclîsê de jî got ku rêzikname nebaş e divê rêziknameyeke demokratîk bê amadekirin lê daxwaza AKP'ê ne ev e, dixwazin çawa Erdogan fermanê dide meclîs peywira xwe bi cih bîne, daxwaza AKP'ê ji guhertina rêziknameya meclîsê ev e. Demîrtaş destnîşan kir ku AKP dixwaze bi guhertina rêziknameyê ve muxalefetê asteng bike lê ew ê desturê nedin vê yekê, HDP bi tena serê xwe bimîne jî dê desturê nedin vê yekê. 'Pirsgirêka kurd heye, pirsgirêka Bahoz Erdal tuneye' Demîrtaş têkîldarî îdiayên kuştina der barê ji fermandarên HPG'ê Bahoz Erdal de jî got ku AKP bi vî rengî civakê dixapîne, divê AKP dev ji xapandina civakê berde û wiha berdewam kir: "Li holê pirsgirêka kurd heye, pirsgirêka Bahoz Erdal tuneye. Ligel ku gelek operasyonên mezin hatibin kirin jî encamek bidestnexistin û ji bo ku vê yekê veşêrin jî ev nûçeya derew avêtin holê. Ez dikarim bibêjim ku ev agahiya Ajansa Anadola, serokwezîr û îstixbaratê teqez derew e." 'Ji bo ku kurd bi ser nekevin ewil xwe spartin DAIŞ'ê niha jî dispêrin Esad' Demîrtaş da zanîn ku AKP'ê bi saln Esad wekî kujerê gelê xwe bi nav kir lê niha jî di nava lêgerîna lihevkirinê de ye sedema vê yekê jî pêşîlêgirtina destkeftiyên kurdan e. Demîrtaş wiha got: "Em nabêjin bilav hedîtinan pêk neynin. Bila bi exlaq tevbigerin. AKP bû sedama gurkirina şerê li Sûriyeyê. Li wir piştgirî da DAIş û El nusrayê. Sûreya li hev xist. Niha jî wekî ku ev nekirine tevdigerin. Di van de şerm tuneye. Rêgez pîvan tuneye. Ji bo ku li Sûriyeyê kurd bi ser nekevin ewil bi DAIŞ'ê re hevkarî kirin niha jî ji bo ku kurd bi ser nekevir bi Esad re hevkariyê dikin." Demîrtaş destnîşan kir ku AKP li şûna ku bi kurdan re li hev bike demokrasiyê ava bike bi yên herî hov re hevdîtinê pêk tîne tekane daxwaza wan bi serneketina kurdan e, sedema hevdîtina bi Esed, Sûriye Misirê pêşketina kurdan a li Sûriyeyê ye. Demîrtaş anî ziman ku li şûna ku vê yekê dikin bila bi kurdan re li hev bikin bi kurdan re aştiyê pêk bînin. (sa)