'Em dê perspektîfa Ocalan li hemû qadên jiyanê bisepînin' 2016-07-13 14:11:58 AMED (DÎHA) - Berdevaka Koordînasyona KJA'yê Ayla Akat Ata di civîna Komusyona Siyasî ya KJA'yê de axivî û diyar kir ku dewlet dixwaze bi gel bide bawerkirin, eger sîstema serokatiyê neyê dê qeyran xwe bide der, lê pirsgirêk sereke pirsgirêka kurd e û dê ew wek jinên KJA'yî pespektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê bisepînin û wiha got: "Em dê li hemberî hişmendiya tarî ya mêrê serdest, azadiyê bigirin û armanca me ya bingehîn azadiya Ocalan û statuya wî ye." Komusyona Siyasî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo nirxandina pêvajoya siyasî û sekna jinê li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê kom bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, parlementerên jin ên HDP'ê, rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û hevşaredarên DBP'yî tevlî civînê bûn. Di destpêkê de Berdevaka Koordînasyona KJA'ê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku cihê jin lê winda bike û civak li cem desthilatdaran cih bigire dê pêşketin xwe lê nede der. 'Sîstem neçar e bê guhertin' Ata rewşa siyasetî ya li Tirkiyeyê nirxand û wiha got: "Li Tirkiyeyê hebûna siyaset û demokrasiyê her tê nîqaşkirin. Ji bo li Tirkiyeyê siyaset pêk bê divê yan ekonomiya te hebe, yan di kademeyên burokrasiyê de cihbigirî yan jî xwe bispêrî ol. Di van hemuyan de jî cihê jinê tune, heta ku jinên kurd bingeha paradîgmaya ekolojîk û demokratîk danîn. Ev sîstem neçare bê nîqaşkirin û guherandin." 'Dêngê jinekê yê 1991'an îro 22 jin bilind dikin' Ata anî ziman ku eger ew bipirsin bê jina birêxistiniyî di siyasetê de çi guherandiye, ew dikarin dengê jineke ku di salên 1991'an de li meclîsê bilind bûyî mînak bidin û wiha axivî: "Dengê demokrasî û wekheviyê yê ku jinekê hêl kir, niha jî 22 jin hêl dikin û bertekê wê demê li hemberî dengê wê jinê derketî niha jî bi rakirina destdan û qeyûman li hemberî jinên din jî bilind bibe. Em ê li hemberî êrîşên hişmendiya serdest ya mêrî bibin yek." Ata dest nîşan kir ku hişmendiya nexweş a dewletê xwe bi qeyûman derxist holê, her ku ew bi serbikevin dê xeta wan ya azadiyê bi civakê re bibe yek û wiha pêde çû: "Şaredarî ne wekî ku AKP dihizire, ne şirket in, îradeya gel e." 'Destlêdan û qeyûm parçekirina gelan e' Ata daxuyand ku wan di hilbijratinên 7'ê hezîranê yên 2015'an de serkeftineke bi dest xist û benda derbeyê hilweşand û serkeftina HDP'ê dewlet tirsand û wiha got: "Ev bi salane ku dewlet xwesteka jiyîna gelan a bi hev re krîmînalîze dike, lê di xwezaya civak û jinê de guherîn, di jiyîna bi hev re de şoreşgerî û demokrasî heye. Armanca bingehîn a qeyûm û betalkirina destnedayînan parçekirina civak û gelan e." 'Perspektîfa Ocalan bo me bingeh e' Ata da zanîn ku dewlet dixwaze bi gel bide bawerkirin, eger pergala serokatiyê neyê dê qeyranek xwe bide der, lê pirsgirêka serekî pirsgirêka kurde û dê ew wek jinên KJA'yî pespektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her qadên jiyanê bisepînin. Ala anî ziman ku dê ew li hemberî hişmendiya tarî ya zilamê serdest, azadiyê esas bigirin û wiha got, "Armanca me ya bingehîn azadiya Ocalan û statuya wî ye." 'Servîsa lezgîn cihê tedawiya zihniyeta nexweş e' Ata gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên arasteyî zewac û nexweşxaneyan jî nirxand û wiha axivî: "Di çavê jinan de cihên servîsa lezgîn cihê tedawîbûna vê hişmendiya nexweş e. Heman hişmendiya nexweş cilên kurdî qedexe dike. Carekî dema em diçûn cejnan wan cilên me yên herêmî ji ber me dikirin, lê niha di cejnan de lixwekirina bûye şert." Piştî axaftinê, civîn bo çapemeniyê bi awayekî girtî berdewam kir. (bî-vd/red)