Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em dê li ber êrîşan serî netewînin 2016-07-11 15:38:47 HATAY (DÎHA) - Endamên Meclîsa Jinan a HDP'a Îskenderûnê ên li dijî gefxwarinên mirinê yên arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncel bertekên xwe dan der û dest nîşan kirin ku ew dê li hemberî van gefên di şexsê Tûncel de bo hemû jinan tên xwrain serî tewînin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP'a Îskenderûnê, li dijî gefwarinên mirinê yên arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncel bi daxuyaniyekê bertekên xwe dan der. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya partiyê hat dayîn de Hevseroka HDP'a Bajêr Aysel Eşîyok axivî û dest nîşan kir ku di şexsê Tûncel de li jinên di bin banê HDP, DBP û KJA'yê de siyasetê dimeşînîn gef tên xwarin û ew dê tu carî wan netirsîne û dê serî li ber van gefan netewînin. Eşîyok diyar kir ku serdestiya feraseta mêrî bi îktîdara 14 salî ya AKP'ê re bûye yekpare û dev ji êrîşkariya xwe yî arasteyî jinan bernedaye û anî ziman ku îktîdara siyasî di şexsê jinan de li dijî gelê kurd polîtîkayên êrîşiyî û tepisandinê xistine dewrê. Eşîyok da zanîn ku dixwazin jiyan û aqlê jinan têxin bin îpotekê û dest nîşan kir ku li hemberî êrîşên îktîdara siyasî ew dê tevî hemû jinan têkoşîneke yekpare zexmtir bikin. (red)