Karkerên înşatê di şertê herî dijwar de dixebitin 2016-07-10 09:08:03 ENQERE (DÎHA) - Karkerên înşatê ji bo debara malbatê bikin, li gel hewa germ, hesinên sincirî û şertên herî dijwar, neçar dimînin ku rojê 12 saetan bixebitin. Karkerê înşatê Şemzettîn Gundogdu, anî ziman ku wî gelek xanî û avahî çêkir, lê avahiya wî çênebû. Li Tirkiye karker ji gelek mafê xwe dûrin û di nava şert û mercên herî dijwar de kar dikin. Bi kedek zêde û heqekî erzan rojê 12 saetan dixebitin. Karkerên înşatê jî li gel hewa germ, hesinên sincirî û bê sîgorta neçar dimînin ku bixebitin. Karkerê Înşatê Erdem Gundogdu yê bavê 2 zarokan diyar kir ku hêj 14 salî bû karê înşatê dikir û wiha got: "Karê herî zor karê înşaetê ye. Karkerê înşatê ji hemû mafê xwe yê civakî dûr e. Dîsa ji mafê xwe yê sîgorta jî dûr e. Keda wî erzan e. 'Ji 2005'an heta niha keda me dikeve nava betanê' Gundogdu, anî ziman ku piştî karkerê hemal û karkerê sendîkavan pêş ket û şûnde xwestin hemû karkeran ji hev qut bikin û karkeran ji hemû mafê wan dûr bixin. Karkerê înşatê Şemsettin Gundogdu jî anî ziman ku xwest karkerên înşatê zû teqawît bibin û wiha got: "Hikûmet dixwaze kedkar di gorê de teqawît bibe. Heta niha min gelek xanî û avahî çêkir, lê avahiya min tune Her kes heqê keda xwe digire. Lê heqê keda me nayê dayîn. Şer bandora neyînî li ser karkeran dike. Ji ber şerê li Tirkiye herî zêde karker dikevin bin bandora şer. (mae)