Jinan îstismarvan teşhîr kir 2016-07-09 14:54:54 ÎZMIR (DÎHA) - Kesê bi navê F. G. yê ku li hemberî zarokekî êrîşa zayendî pêk anî û bi gefan xwest bi jinan re têkilî dayen, ji hêla komek jin ve hat teşhîrkirin. Komek jinên li Îzmirê parastina cewherî pêk anîn û kesê bi navê F. G. yê li hemberî zarokekî êrîşa zayendî pêk anî û bi gefê xwest bi jinan re têkiliyê dayne, teşhîr kir. Jinan destpêkê bi telefonê bangî kesê mijara gotinê kir û dest danîn ser telefona wî, peyamên wî lêkolîn kirin. Piştre kesê mijara gotinê xwest êrîşî jinan bike, li ser vê jinan parastina cewherî pêk anî û bi dîmenê ew teşhîr kirin. Jinan aşkera kir ku ev kes heta niha gelek caran jin û zarok tacîz kirine û li ser giliyên welatiyan wan serî li vê riyê daye û F. G. teşhîr kiriye. Di dîmenên ji hêla jinan ve hatiye kişandin de F. G. li jin û zarokan lêborînê dixwaze û soz dide ku dê îro şûnve careke din tiştekî wisa neke. (ms)