Berhem û hunerên Elî Temel tên aşrîvkirin 2016-07-09 10:29:37 AMED (DÎHA) - Hunermendê Kurd Elî Temel ku 21 sal berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi stran û helbestên nivîsand û tomar kir xwe nemir kir. Ji bo Temel navenda çandê hat vekirin û niha jî ji aliyê Lêkolînera Çandê Zeynep Yaş ve arşîva huner û berhemên wî tên komkirin. Elî Temel di 1'ê Çileyê 1960'an de li Gundê Girêsor ê Dêrikê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana Navîn jî li Şemrexê xwend. Temel, dema Apoyî nas kir xortekî 17 salî bû. Teme dema lîse dixwend ji ber mamosteyê wî Kerim Baytar tev li PKK'ê bû û jiyana xwe ji dest da dest ji dibistanê berda û ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel piştî bi pêşengên PKK'ê Hayri Durmuş û Ferhat Kurtay re hev nas kirin dest bi xebatên matbaayê kir. Temel li vir huner û şoreş kir yek û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Temel bi hunermend Sefkan re di NÇM'ê de xebat kir û dest bi karê hunerê û şoreşê kir. Di sala 1980'an de Temel hat girtin û 4 mehan di bin çavan de ma. 2 mehan rastî îşkenceya giran hat û piştre hat girtin. Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li Zindana Amedê îşkenceyên gelek giran hatin meşanin. Şahidên wan rojan bi pirtûkan serpêhatiyên xwe nivîsandin, lê dîsa têr nekir. Li aliyê din li ser zindana Amedê û îşkenceya zindana Amedê helbest û stran hatin nivîsandin. Lê ya herî zêde bandor li ser civakê çêkir, helbestên Hunermend Elî Temel bû. Elî Temel bi helbest û stranên xwe şopek kûr di hiş û mejiyê civakê de hişt. Nivîskarê helbest û Strana "Waye PKK Rabû li deşt û zozanan belav bû" ku li Zindana Amedê ev helbest nivîsand û bi salan in li her derê dengê wê bilind dibe û pir tê guhdarkirin û hezkirin. Elî Temel ku bi darê melkezê û tayê gorê tembûr çêdikir û helbestên xwe dikirin stran, li Zindana Amedê helwesta "Wayê PKK Rabû" nivîsand û ji bo hemû hevalê xwe yên girtîgehê bû moral û coş. Elî Temel heyvanê strana xwe ji pêngava 15'e tebaxê serdegirtina Dih û Şemzînanê girtiye. Temel li girtîgehê ji darê melkesê û tayê gorê tembûr çêkir û bi vê tembûrê helbestên xwe dikir stran û stran digot. Bi strana AMED rewşa Zindana Amedê vedibêje Di sala 1981'ê de hat girtin û di rojên xwe yên li zîndana tarî ya Amedê de, yek ji wan kesan bû ku herî zêde serê xwe li ser Kurdî diêşand. Li gel Ferhat Kûrtay di koxûşa 33'an a navdar de dima. Di şeva 18'ê Gulana 1982'n de dema Kûrtay û sê hevalên wî bedena xwe dan ber agir, ew jî li wir bû. Ji wê rojê û pê ve li hin cihan gotinên helbestan dinivîsand, navê helbestê jî AMED bû. Hevalê wî yê girtîgehê Siyasetmedar Muzafer Ayata jî digot "Civata PKK'ê weke mala xwe didît, weke zarokê vê malê bû. Dibeziya her karî, bi dîsîplîn bû. Bi aheng bû. Mîna xwe bû, bi qasî ciwanbûyîna xwe, ewçend jî zane bû. Jê dihat hezkirin. Ji dil bû. Ne ew mirovên ku bi şaşitî tevli me bûbû. PKK ji bo wî bijarteyek, daxwazek bû. Timî bi Kurdî re mijûl dibû, helbest dinivîsand, stran çê dikir." Elî Temel di sala 1990 de ji girtîgehê bi gelek helbest û stranan derket: "Xwişka Zozan", "Deşta Bismilê", "Şitla Azadî", "Rozerîn", "Bûka Kurdan" û "Keçika Dersimê". Dîroka Kurdistanê êdî ji "90'an" destpê kiribû, salên germ ên azadiyê serxweş kirine. Mîna ku beriya bi salan nivîsandibû, dema vebûna kulîlkên welatê wî hatibû û êdî dem dema şabûna bilbilan bû. Elî Temel bi muzîk û stranên xwe re, xwe li salên 90 girt û bêguman hingî nizanîbû ew pêngaveke girîng a mûzîka Kurd e. Hevalê Temel Genim jî ji bo Temel wiha gotibû: "Di destpêka sala 1991'ê de li Stenbolê min Elî Temel dît, çalakiyeke ÎHD'ê hebû. Ya rast, ew çalakî yekemîn çalakiya rêxistinbûyî ya rêxistinbûyîna siyasî ya Kurd bû. Hevalê Elî li wê derê helbesta Amed xwend û ez gelekî ketim bin bandora wê. Me jî weke kom, nû dest bi xebatên xwe kiribûn. Me di wê çalakiyê de hev nas kir û me jê re gotin ku em dixwazin xebatên xwe pê re parve bikin. Me ew vexwend Komeleya Nermikaniyan a Meletiyan kir, ku me xebatên xwe li wir dimeşand. Wê demê, xebatên çand û hunera Kurd ên li Stenbolê birêxistin dibû. Em jî di nava vî karî de bûn, me biryar dan ku em bi hev re xebateke hevpar bimeşînin. Û li ser vê bingehê me biryar da xebatên xwe weke Koma Çiya bimeşînin. Bi vebûna Navenda Çandê ya Mezopotamyayê re, me xebatên xwe birin vê derê." Albuma yekemîn di sala 1991'ê de bi helbestên Elî Temel re di bin navê "Rozgerîn" derket. Rozerîn bû mûzîka fona Berxwedanê, Newroz û Serhildanan. Album mîna gotinên destpêkê yên çîroka azadiyê bû. Kurdî jî toza li ser xwe ya ji ber salên qedexe ji ser xwe avêtibû; xwe gihandibû qadan, bi milyonan mirovan. Di nava albumê de hinekî berxwedana Amedê, hinekî meşa Botanê ya gerîla ku nû destpê kiribû, hinekî jinên berxwedêr ên Dêrsimê û "Şitla Azadiyê" hebû. Genim di gotinek xwe de gotibû "Elî Temel rastiya welêt, bi hestên xwe diniqutand û dikir awaz. Helbestên xwe li girtîgehê, di wê rewşa hovîtiyê de nivîsand û bi hevalên xwe re parve kir. Tevî şert û mercên giran û bê derfetiyê jî gihand gel, di çalakî, dawetên welatparêzan û organîzasyonan de anî ziman. Di karê damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamya de cih girt û demekê li rojnameya Ozgur Ulkeyê xebitî. Ez xwe bi şens dibînim, ku demeke kurt be jî li gel wî me dik û jiyan bi heman hestan, bi heman awaza têkoşînê parve kirin." Di sala 1992'an de dema ji bo bibe gerîla ket ser rê, pênûs û tenbûra xwe jî li gel xwe bir. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz, di "Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê" de bi tembûra xwe derket pêşberî namzetên ciwan ên gerîla û dema derket ser dika biçûk a li koşeyeke li kampê, mirovê herî kêfxweş bû. "Keçika Dêrsimê" bi dengê xwe got. Piştî perwerdeya leşkerî, li axa lê ji dayikbûye li Mêrdînê weke gerîlayekî vegeriya. Elî Temel li wê derê jî pênûs û tembûra xwe neterikand. Gerîlatî bi wê Kurdiya xwe ya zelal veguherand helbestan, bi skêçan jî rûyê hevalên xwe kenand. Di 13'ê Tîrmeha 1994'an de li çoltera Şemrexê di encama operasyona ji ber îxbarekê de li şikefta tê de bû birîndar bû. Temel, ji bo nekeve destê leşker bombeya di destê xwe de teqand û dawî li jiyana xwe anî. Leşkeran ew bedena wî şewitandin û dûre li Girê Sergo veşartin. Piştî 19 salan hestiyê Temel hat dîtin Malbata wî ji bo xwe bigihîne girtîgehê bi salan têkoşîna huqûqî meşand, ti cih, ti rayedar nehişt ku serî lê neda. Taliyê piştî bi salan, di kolandina li Girê Sergo de şopa wî hat dîtin û piştî 19 salan di 2'ê Cotmeha 2013'an de hestiyên wî hatin dîtin. Hestiyên ku tê gotin ê Elî Temel û Elî Kevcî yê di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo testa DNA li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tê lêkolînkirin. Li Girê Sergo yê li herêma Yevrê yê navçeya Mêrdîn Şemrexê, kolana gora tomarî hate kirin. Di kolanê de hestiyên ku tê diyarkirin aîdê hunermendê Kurd Elî Temel û Elî Kevcî ye hatin dîtin. Kolana bi pêşengiya Dozgerê Komarê yê Şemrexê û rêveberên Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Mêrdînê de tê kirin. Piştî hestî hatin dîtin, hestî ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî testa DNA'yê zelal bû malbatê hestiyê Elî Temel li Qoserê defin kirin. Malbata wî jî, ji bo cenazeyê Temele li cem Ferhat Kûrtay li Qoserê veşêre, dest bi amadekariyan kir. Dibe ku her du hevalên berê, hemşerî, mamoste û xwendekarê Kurdî yên zîndana Amedê dê piştî 30 salan bigihêjin hev û ev roja ku her du li gel hev razê dê "Şitla Azadiyê" jî hinekî din jî şîn bibe.. Navenda Çand u Hunerê ya Ş.Elî Temel hat vekirin Ji bo nemirkirina Hunermendê navdar Elî Temel li navçeya Qosera Mêrdînê Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel ku di bin baneya Şaredariya Qoserê de xebatan dimeşîne hat vekirin. Li vê navendê perwerdehiyên kursên baglama, gîtar, şano, wêne, keman, erbane, koroya zarokan û lîstokên gel tên dayîn. Aşrîva hunera Elî Temel tê komkirin Lêkolînera Çandê Zeynep Yaş, li ser berhem û hunera Elî Temel ya di muzîka kurdî de lêkolîn kir. Lêkolînek li ser kurtejiyana wî kir. Tevî berxwedana wî ya şoreşgerî pêşengiya wî ya stranbêjiya şoreşgerî, xebat û afirênderiya wî ya bêhempa ya sazîkirina huner û çanda kurdî ya li Stenbol, Suriyê û bi taybet handana wî ya li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kir. Rola wî ya hunerî di berxwedana zindana Amedê û rola wî ya rewşenbîrî di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya û damezrandina Komên NÇM bi taybet Koma Çiya û nivîsandin û bestekirina gelek berhemên ku îro şakar in di arşîva muzika kurdî lêkolîn kir. Hêza wî ya nivîsê di derxistana Kovara Rewşen û rojnameya Welat de raxist ber çavan. Geşkirina hêza hunerî li Bajarên Amûdê û Dirbesiyê ku li wir pêşengiya vekirina saziyê wekî hunergeh kiribû û çendîn komên huneri damezrandibûn ku li wir jî gelek berhemên berketi afirandibûn. Zeynep Yaş, ji bo Temel baştir bê nasîn û berhemên wî nemir bibin li ser jiyana wî ya şoreşgerî, hûnerî û berhemdarî lêkolîn kirin û topar kirin. Yaş, di pirtûka Şakarên Muzîka Kurdî Cilda duyemîn de kurtejiyana wî nivîsand, 3 stranên wî nivîsandin û notakirin. Ligel çend wêneyên wî li nav 110 hunermendén muzïka kurdî danin. Ev berhem di nav çap û weşanê. Şaredariya Bajêr a Amede, beşa Çand û Hunerî derçûye. Xebatên arşîvê yên ji bo Temel didomin. Elî Temel kî ye? Elî Temel di sala 1981'an de hate girtin û xistin Girtîgeha Amedê. Temel, piştî di sala 1990'î de tahliye bû bi Koma Çiya ku sazûmankarê wî ew bixwe bû bi helbestên ku piranî yên wî bûn qaseta bi navê "Rozerîn" derxist. Di wê demê de di gelek çalakî û konseran de cih girt. Demek di serwîsa çand û huner a Rojnameya Ozgur Ulke yê de xebitî. Temel ku tevlî PKK'ê bû di 13'ê tîrmehê sala 1994'an de di encama pêvçûna bi îxbarekî derket de li nêzî Şemrexê birîndar bû, bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest dabû. Nivîskar, helbestvan û hunermendê navdar ê kurd, helbestên wî di Koma Çiya de bûne berhemên gelek stranan. Ali Temel dema di girtîgeha Amedê de bû, bi tayê gorê û textan tembûr çêkir û li ber têlên tembûrê helbest nivîsand. Temel, piştî serbest hate berdan di 9'ê Tîrmeha 1994'an de li gundê Tirbik yê navçeya Şemrexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata endamê PKK'ê û hunermendê kurd Elî Temel ku di sala 1994'an de li Şemrexê di şer de jiyana xwe ji dest da û di gora komî de hatibû definkirin hestiyê kurê xwe Temel ji Dozgeriya Komarê ya Qoserê wergirtin. Bi sedan kes tev li wergirtina hestiyan bûn. Hestiyên Temel li Goristana Girê Bîra ya Qoserê hat definkirin. (mae)