Li Atlantê welatiyekî efrîqayê darvekirî hat dîtin 2016-07-09 10:16:38 NAVNEDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Her roj êrîşên li hemberî welatiyên efrîqayê li Amerîkayê zêde dibin, pêla nîjadperestiyê ya ku rê li ber karesatan vedike, herî dawî li bajarê Atlanta ya DYA'yê welatiyekî efrîqayê bi awayekî daliqandî hat dîtin. Li Parka Pîedmontê ya bajarê Atlantayê ya DYA'yê cenazeyê welatiyekî efrîqayî bi darekê ve daliqandî hat dîtin. Her çendî rayedar bêjin ev buyereke întixarê ye, şêniyên herêmê dan zanîn welatî ji hêla rêxistina nijadperest Ku Klux Klan (KKK) ve hatiye kuştin. Departmana Polîsên Atlantayê diyar kir ku cenazeyê welatiyek efrîqayî ya 25-35 salî di saetên serê sibehê de bi darekê de daliqandî hatiye dîtin. Rayedaran got întixar e Li ser parvekirinên medyaya civakî hatibû diyar kirin ku berî rojekî li heman parkê endamên KKK'ê li belavok belavkirine. Waliyê Atlantayê Kasîm Reed jî der barê buyerê de daxuyaniyek da û aşkera kir ku Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) buyerê lêkolîn dike û got tewanbariyên li ser medyaya civakî ne rast in. (ms)