Çeteyan vê carê Selahadînê hedef girt: 50 kes mirin 2016-07-08 10:29:10 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Selahadînê yê Iraqê li hemberî turbeyên şîiyan êrîş pêk hatin. Di encama êrîşên hovane de 50 kesan jiyana xwe ji dest da, 65 kes jî birîndar bûn. Duh li navçeya Beledê li hemberî turbeya Seyyid Muhammed Îbn Alî el-Hadî çend êrîş pêk hatin. Êrîşa destpêkê ji hêla kesekî xwekujî ve pêk hat. Piştî vî kesî bombeyên li ser xwe teqand komeke çekdar ketin turbeyê û gule li şîiyên hatibûn serdana turbeyê reşandin. Bombeya zindî yê duyemîn jî li bazara nêzîkî turbeyê bombeya li ser xwe teqand û herêm veguherî gola xwînê. Piştî êrîşên hovane, DAIŞ'ê daxuyaniyek da û berpirsiyariya herdu êrîşan jî girte ser xwe. Piştî êrîşa çeteyan serokê şîiyan Muqteda el-Sadr ferman da hêzê milîs û xwest Qesra es-Selamê ewlehiya wê bê girtin. Turbeya li navçeya Beledê 70 kîlometre dikeve bakurê Selahadînê. Du roj berê çeteyên DAIŞ'ê li Karadayê jî êrîşî cihên şîiyan kiribû û di encamê de 292 kesan jiyana xwe ji dest dabû. (ms)