Ji ber şerê li Kurdistanê 20 esnafên Rihayê kepeng girtin 2016-07-08 09:05:49 RIHA (DÎHA) – Serokê Komeleya Esnafên Pêlîstokên Elektronik a Pazaja Japon Mehmet Toprak, diyar kir ku ji ber şerê heyî esnaf nikarin pereyên çekan bidin û ji ber pereyê çekên wan nayê dayîn ew îflas dikin û wiha got: "Ji ber şerê li Kurdistanê ji 100 esnafên Pazaja Japon 20 esnafan deriyê dikanên xwe girtin. Ji ber şerê li Kurdistanê di qada aborî de qrîz mezin dibe. Esnafên ku nikarin kirîn û frotinê bikin êdî nikarin lêçûnên dikanê bidin û neçar dimînin ku dikanê xwe bigirin. Li semta Sarayonu ya taxa Halîliya Rihayê Serokê Komeleya Esnafên Pêlîstokên Elektronik a Pazaja Japon Mehmet Toprak, diyar kir ku bi mehan e nikarin kar bikin û ji ber nikarin kar bikin nikarin mal bikirin û bifroşin û neçar dimînin ku dikanên xwe bigirin. Toprak anî ziman ku 20 salin esnaf e û yekem car ew qas zerar dikin. Toprak, anî ziman ku esnafên ku xaniyê wan tê bombekirin û taxên wan tên xerakirin êdî nikarin deynê çekan bidin û ji ber nikarin deynê çek û qirêdî bidin ew jî nikarin êdî mal bifroşin û bikirin. Toprak, da zanîn ku li Rihayê 7 pasaj hene û wiha got: "Esnafên Pazaja Japon bi komî mal difroşe gelek esnafên herêmê. Lê ji ber ku li Kurdistanê şerekî dijwar heye esnafên herêmê nikarin kar bikin û nikarin deynê xwe bidin. Em bi mehan in nikarin kar bikin. Esnafên Kurdistanê ji ber şerê heyî nikarin deynê xwe yê çek û qirêdiyan bidin. Mal û kargeriyên esnafan tên bombekirin û xerakirin û tevan îflas kiriye. Li Pazajê 100 esnaf hene û ji sedî 20 esnafan dikanên xwe girtine. Toprak, da zanîn ku berê kirîn û firotina li vê bazajê gelek zêde bû û niha êdî bêdeng e û firotin û kirîn nemaye. (mae)