Yuksekdag: Dê têkoşîna me berdewam bike 2016-07-07 15:56:16 WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi navçeyên wekî Payîzava û Şaxê yen Wanê bi gel re hat gel hev û cejn pîrozkirin. Yuksekdag diyar kir zarok bê dayik û bê bav, bav û dayik jî bê zarok hiştin û wiha got: "Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Rojên ku li ser vê erdnîgariyê dê cejnên aram bên pîrozkirin nêzin." Bi minasebeta cejna Remezanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê bû û serlêdanên xwe yên cejnê berdewam kir. Yuksekdag bi heyeta ku Wekîlê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim jî tê de bû, derbasî navçeya Westanê bûn, li vir bi gel re cejn pîroz kirin. Yuksekdag da zanîn cejn ji bo aştî û piştgiriyê derfetên gelek girîng in û wiha axivî: "Lê di nezera AKP'ê de cejn tune. Ji ber siyaseta AKP'ê welatiyan pîrozkirina cejnan pêk neanîn." Yuksekdag di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku li Tirkiye û Kurdistanê cejn pêk nehatiye û wiha pêde çû: "Divê kesên malên me veguherandin şînê bizinibin, em dê wan cejnên ku ruhên aştiyê dihewîne pîrozkirina wan berdewam bikin." Yuksekdag aşkera kir ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê gelek zarokan cejin bê dayik û bê bav derbas kirine û ev tişt anî ziman: "Zarok bê dayik û bê bav, bav û dayik jî bê zarok hiştin. Em dê bi agirê dilê xwe vê berxwedanê heta dawiyê bibin." Bi esnafan re pîrozbahî Heyeta ku Yuksekdag jî pêre bû piştî serdana Westanê derbasî Şaxê û li wir jî derbasî Payîzavayê bûn, heyet li herdu navçeyan bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Piştî pîrozbahiya cejnê ya li ber avahiy DBP'ê ya Şaxê, piştre bi esnafan re çejn hat pîrozkirin. Yuksekdag piştre li navçeyê veqetiya. (ms)