Di nêv partiyên siyasî de liv û tevgera cejnê 2016-07-06 13:28:57 ENQERE (DÎHA) - Heyetên CHP, DSP û SP'ê di baregeha bernameyên xwe yî cejnê yên fermî de serdana HDP'ê kirin û her wiha heyeteke HDP'ê jî serdana heman partiyan kir. Bi munasebeta Cejna Remezanê pîrozkirina fermî ya cejnê ya di navbera partiyên siyasî de pêk hat. Heyeta HDP'ê ya ji Parlementerê Mêrdînê yê HDP'ê Mîthat Sancar, endamên MYK'yê Serpîl Kemalbay û Sezaî Temellî pêk dihat û biryara ku dê ji ber israra wan î şer serdana AKP û MHP'ê nekin da, serdana CHP, DSP û Partiya Saadetê kirin. Di heman demê de heyetên van partiyan jî serdana HDP'ê kirin. Ewil heyeta CHP'ê ya ku ji Alîgira Serokê Giştî yê CHP'ê Yasemîn Oney, Parlementerê Kayseriyê Çetîn Arik û endamê Meclîsa Partiyê Ahmet Caner Yenîdunya pêk dihat serdana HDP'ê kir. Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen û alîgirên serokatiya giştî Fîlîz Koçalî û Alp Altinors pêşwaziya heyetê kirin. Di pêîrozkirinê de ewil Oney axivî. Oney diyar kir ku ji ber êjên çar aliyê welat li welat û Rojhilata Navîn cejn bi şîniyî derbas dibe û wiha got, "Em hemû ji bo pêşeroja xwe dixebitin. Ji ber vê divê em her bêjin biratî û yekîtî û divê em bi vî awayî tevbigerin." Piştî Oney berdevkê Partiyê yê HDP'Ê Ayhan Bîlgen jî anî ziman ku divê tu carî em derbareyê cejnên rasteqîn bêhêvî nebin û temmiya siberojên azad kir. Piştî heyeta CHP, heyeta DSP'ê serdana HDP'ê kir. Di heyeta DSP'ê de alîgirên serokê giştî Mûrat Ozbîlge û Dîlara Tambova cih girtin. Ozbîlge anî ziman ku cejn rojên ku pevbestîna yekîtî û biratiyê didin der in. Her wiha Ozbîlge anî ziman ku dibe ku di di demeke nêz de hilbijartin pêk bê û got, ji bo îradeya her kesimî xwe li emclîsê bide der divê benda ji sedî 10 ji holê rabe û ji bo rakirina wê kar dikeve ser milên partiyên ku koma wan li meclîsê heye. Bîlgen jî anî ziman ku divê bi rastî jî êdî ev xak rojên di tahma cejnan de derbas bikin û got, ev peywira sereke ya siyasetmedaran e. Piştî serdana heyeta DSP'ê, heyeta Partiya Saadetê ya ji endamê Lijneya Îdareya Giştî ya SP'ê Alî Vûral û Alîgirê Serokê Baskê Ciwan ê Giştî Mûstafa Akçelîk pêk hat, serdana HDP'Ê kir. Di serdanê de geşedanên rojane yên siyasî hatin nîqaşkirin. (red)