Di Hezîranê de 200 karker mirin 2016-07-04 15:44:42 STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) têkildarî kuştina karkeran rapora meha Heziranê aşkere kir. Meclîsê di raporê de aşkere kir ku di Heziranê de 200 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan û di 6 mehên dawî de herî kêm 912 karker mirine. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora meha Heziranê ya kuştina karkeran aşkere kir. Meclîsê di raporê de aşkere kir ku di Heziranê de 200 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan û di 6 mehên dawî de herî kêm 912 karkeran jiyana xwe ji dest daye. ÎSÎD'ê bal kişand komkujiya li Balafirgeha Lîmana Ataturkê ya Stenbolê jî anî ziman ku di êrîşa 28'ê Heziranê de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest da. ÎSÎG'ê da zanin ku ji kesên hatin kuştin 20 kes personelên balafirgehê bûn. (mae)