Bîlgen: Dixwazin demografiya herêmê biguherin 2016-07-03 15:21:21 ENQERE (DÎHA) - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser gotinên Serokomar Erdogan ên wekî "Em dê welatiyê bidin sûriyeyiyan" û ev tişt got: "Tê xwestin bi penaberan demografiyê biguherînin. Kesên penaberî ji bo wan zêde didîtin, îro behsa welatîbûyînê dikin, gelekî xerîb e." Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, der barê gotinên Erdogan ên wekî "em dê welatiyê bidin penaberên Sûriyeyê" ji DÎHA'yê re axivî. Bîlgen aşkera kir ku Erdogan di serî de heta niha penaber wekî polîtîkayeke derve bi kar anî û wiha got: "Bi vê riyê gelek caran gef li Ewropayê xwar û ev dubar kir. Niha jî heman gefê ji bo polîtîkaya navxweyî bi kar tîne." Bîlgen bi lêv kir ku AKP dixwaze bi penaberên li welat re demografiyê biguherîne û wiha pêde çû: "Ji bo planên demografîk û hesabên siyasî penaberan bi kar tînin. Lê mafên penaberan parçeyekî mafên mirovan e. Qenciya herî mezin ew e divê rojek ji ya din zûtir şerê li Sûriyeyê bidin rawestandin û penaberan bişînin welatên wan." Bîlgen da zanîn bi hewldanên wekî nifûsa demografîk, kontrola civakî di bin destê xwe de bigirin û wiha axivî: "Ev hesabên endezyariyê tê wateya civaknasiya gel di bin kontrola xwe de bigirin. Cihên ku herî zêde elewî lê dijîn suniyan bi cih dikin, cihê herî zêde kurd lê jî ereban bi cih dikin, bi vê riyê kontrolê di destê xwe de dixwazin bigirin." 'Penaberan wekî depoya reyan şaş e' Bîlgen di dewama axaftina xwe de ev tişt got: "Bi vê riyê hesabên hilbijartinê kirin, li cihên nifûsa wan kêm beşeke zêde hilbijêrên nû bi cihkirin û bi vê riyê di rêveberiyên herêmî de guhertin kirin, hesabên desthilatdariyê ye. Ev ne hesabên rast in, ev de ne ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û ne ji ya elewiyan bibe hewldaneke rast." Bîlgen herî dawî destnîşan kir ku ev rewş dê civakê ber bi pevçûnekî ve bibe û dê penaberan bike hedef û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dê penaberan wekî karkerê erzan bide nîşan. Piştî penaber wekî depoya reyan bê dîtin dê penaberan hedef bide nîşan. Ev rêbazeke rast nîne. Heke tê xwestin qenciyek bê kirin divê mafên penaberan bên sererastkirin." (ms)