Li Pakistanê karesata baranê: 30 kes mirin 2016-07-03 11:36:11 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li herêma Çîtralê ya Pakistanê ji ber baranên musonê lêhî rabû, di karesata lêhiyê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber barana zêde li herêma Çîtralê ya Pakistanê lêhî rabû û di lêhiyê de 30 kesan jiyana xwe ji dest da. Şaredarê bajarê Çîtralê Maghfîrat Shah diyar kir ku ji ber baranên musonê li herêma Çîtralê lêhî rabûye, di lêhiyê de mizgeftek û gelek afahî di binê avê de mane. Shah da zanîn ji ber şertên dijwar ên hewayê, xebat gelekî zehmet tên kirin û aşkera kir ku gelek cenaze hatine teşhîskirin. Berdevkê saziya rizgariyê Yusuf Ziya jî aşkera kir ku ekîbên rizgariyê di mizgefta ku binav bûye de cenazê 7 kesan derxistiye, xebatên li herêmê berdewam dikin. Herêma Çîtralê di aliyê bajûrê Pakistan li ser sînorê Pakistan û Aftanistanê dimîne, tîrmeha par de dîsa li herêmê lêhî rabûbû, gelek avhiyên axê hilweşiya bûn û di van buyeran de 30 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. (ms)