Cejna şerparêzan pîroz nakin 2016-07-03 09:03:04 ENQERE (DÎHA) - Partiya Demokratîk a Gelan bi sedema ku AKP'ê di cejna remezanê de "mirin û şer" diyarî gelan kiriye, dê cejna partiyên şerxwaz MHP û AKP'ê pîroz neke. Partiya Demokratik a Gelan (HDP), bi sedema ku di vê cejna remezanê de AKP'ê li şûna şahî û cejnê şer û kuştin diyarî gelan kiriye dê cejna AKP'ê û şirîkê wê MHP'ê pîroz neke. Bi minasebeta Cejna Remezanê partiyan bernameya Cejna Remezanê ya pîrozbahiyê diyar kirin. Partiya Demokratîk a Gelan ku ji sala 2013'an hatiye avakirin het niha, di her cejnê de wekî kevneşopiyekê ji bilî MHP'ê hemû partiyên siyasî ziyaret dike û cejna wan pîroz dike. Lê vê carê di bernameya HDP'ê ya Cejna Remezanê de pîrozbahiya AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê tune ye. HDP dê di vê cejnê de cejna CHP, DSP û Saadetê pîroz bike. HDP, bi sedema ku AKP di şer de israr dike û di cejnê de kuştin, komkujiyê diyarî mirovan dike dê cejna wan pîroz nekin. Pîrozbahiya HDP'ê ya bi partiyên siyasi re dê 6'ê Tîrmehê saet di 10.40 û 10.55'an de CHP'ê ziyaret bike. Ji bo hevserokên HDP, HDK, DBP'ê jî bernameyek taybet hat amadekirin. Di pêşengiya Hevserokên partî û tevgeran de dê heyet biçin bajarên berxwedanê û cejna welatiyan piroz bikin. (mae)