Demîrtaş: Em destûrê nadin ku Erdogan li vî welatî bibe dîktator 2016-07-02 23:40:26 ŞIRNEX (DÎHA) – Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Silopî tevlî xwarina fitarê bû. Demîrtaş di fitarê de diyar kir ku gel li pişt xwe berxwedanek bêhempa hişt û wiha got: "Ji ber ku gel têk nebirin ji tirsa nizanin dê çi bikin. Lê reva ji mirinê bêçare ye. Erdogan dixwaze bibe dîktator û em destûrê nadin ku ew li vî welatî bibe tîktator.” Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji bo piştgiriya gelê Silopiya tev li xwarina fitarê bû. Li gel Demîrtaş wekîlên HDP'ê, hevşaredar û hevserokên HDP û DBP'ê bi hezaran welatî di xwarina fitarê ya li Otela Grandê amade bûn. Demîrtşaş despêkê çû gel malbata Hevseroka Meclîsa Gel a Silopya Pakize Nayir û malbata Taybet Înan sersaxî ji wan xwest û bi wan re fitare xwe vekir. Piştî xwarina fitarê Demîrtaş derket ser dikê û ji bo eleqederiya gel spasiyên xwe pêşkêş kir. Demîrtaş diyar kir ku ji ber sekn û berxwedana gelê Silopyayê ser bilind e. Ligel dirûşmeya "Serokê mezin herî mezîn Demîrtaş" Demîrtaş bersiva "Serokê me yî herî mezin Serokatiye, em giş baş dizanin ku Serok kî ye" da gel. Bîranîna Sêwasê li Sîlopyayê bi watetir e Demîrtaş komkujiya ku 23 sal berê li Sêwasê li Hotela Madimakê ji hêla nîjadperesta pêk hatiye bi bîr anî û wiha axivî: "Bîranîna komkujiya Sêwazê li Silopyayê hîn bi wateye. Me li Kurdîstanê komkujiyên ji Madimakê hîn bi hovanê dît. Li Cizîrê, Geverê, Nisêbînê, Şirnexê ev komkujî bi çavên xwe me dît. Ev kesê ku di Qonaxê de dibê em ê gelê kurd bi komkujiya, îşkenceya, bi kuştina bitîrsîne û çongê li wan dane xwe dixapînin. Hinek kesan ev tişt jê re gotiye wî jî bawer kiriye. Dibêjin gelê kurd wek me ye. Xwe û me tevlî hev dike. Gelê kurd ligel van komkujiyên we yên hovanê serê xwe li ber we xwar nekir. Erdogan heta niha şov dikir digot 'Îsraîl terorîst e, kujerê zarokan e'. Niha jî diçe li ber Îsraîl, Rûsya digere. Li ser siyaseta Fîlîstînê gelek hilbijartin stend. Mirov hinekî ber xwe dikeve. Dema mirov fikrekê diguherîne sedemekê ji gelê xwe re dibêje. Lê ne fedî ne jî rûmet bi we re maye. Ger em wek niha pişta xwe bidin hev û li gel van nijadperestan bibin yek tu kes nikare pişta me dîne erdê." 'Xwendina zanîngehê ne çare ye' Demîrtaş bi lêv kir ku polîtîqaya AKP-Erdogan ya Rojhilata Navîn vale derketiye û anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev rewşa wan dîti bû ew hişyar kiribûn û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Birêz Abdullah Ocalan ev çend sal e ku di nameyên xwe de ji wan re dibêje 'bi neyartiya gelê kurd re hûn nikarin ser kevin'. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd û tirk pêvajoya aştiyê dabû desptêkirin lê AKP-Erdogan ji bo vê pêvajoyê xera bike tiştên ji destên wan hat kir. Erdogan bi vê polîtîqaya xwe nikare bigêje derekê. Ger tu hezar zaningeh jî bixwîne tu cahil î tu nezan î. Armanca van kesan dewleta malbatî ava kirine. Ji ber ku em HDP bûn asteng ev şerê hovitî dan destpêkirin. Ev neyartiya wî ji ber ku ne bû dîktator e. Heta em hebin em nahêlin tu bibe dîktator. Biçe tu diçe kî derê biçe bibe dîktator lê em nahêlin tu li vira bibe dîktator. Tu dibêje em ê wan bi tank û topan bitîrsînin, bi qetlîama wan bînin rêya xwe lê bila tu baş bizane em tu carî serê xwe li ber te natewînin." Demîrtaş destnîşan kir ku dê rûmeta xwe wenda bike nikare behsa aştiyê bike û wiha pê de çû: "Bi hezaran kes qetilkirin. Mala hezaran li ser wan xera kir. Bi tank û topan hatin ser me. Ligel van hovitiya we çawa dilê Sêvê, Pakîze û Fatma radest negirt niha jî hûn nikarin teslîm bigrin. Berxwedanek bêhempa li dawiya vî gelî ma. Ji ber ku gel têk nebirin ji tirsa nizanin dê çi bikin. Ji mirinê wêdetir gund tune ye. Zilma herî mezin we li vî gelî kir. Ji vê zilmê mezintir jî tune ye. Cenazeyê dayika Taybet Înan jî hefteyekê li kolanên Silopiyê ma. We cenazeyê dayika Taybet jî teslîm negirt. Hûnê çawa vîna vî gelê bistînin? Ev erdnigarî welatê me ye. Berî hûn werin kurd li vir dijîn. Ji vir re digotin Kurdîstan. Xwedî Quran'a pîroz ji bo hûn li qada bike lîstika hilbijartinê danexistiye. Ji bo hûn zilm û êşkencê bi vî gelî bike danexistiye. Ola hûn jê bawer dikin em bawer nakin. Ev ola hûn jê bawer dike faşîzme, barbarî ye. Em ola we qebûl nakin. Kesên Hotela Madimakê bi tekbîran şewitandin û jêr zemînên li Cizîrê gelê me şewitandin heman hişmendiye. Hûn ê fatûreya vê zilmê û komkujiyan bidin vî gelî. " Demîrtaş bi lêv kir ku tenê çekek wan heye ew jî mafdarî ye û axaftina xwe wiha domand: "Me destê xwe û zimanê xwe dirêjî tu rûmet û mafê kesî nekiriye. Me dizî nekiriye. Ev erdnigariya Cizîr û Silopiyê bi hezar sal berê rastî komkujiyên Mogola, Selçûkiyan û Îskenderê Mezîn hatin. Bi sedan caran erdên wan hat talankirin lê tu carî ji welatê xwe koç nekirin, bar nekirin. Ev gel her tim ji xweliya xwe, xwe afirandiye. Li gel van qetlîaman ev gel xelas nebû. Dê li hemberî vê zilma AKP-Erdogan wenda nebe. Em mafê xwe tu carî radestî van çeteyan nakin. Dibe îro tank û topên wan hebin lê vîna vî gelî ji tank û topên xwe xurt tir e. Li gel van komkujiyan jî gelê me welatê terknekirin. Yên ji derve jî dê werin ser axa xwe bijîn." Demîrtaş di axaftina xwe de herî dawî ji bo gelê Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Hezex, Şirnex û Geverê bang li hemû gelê kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê kurd ji bo gelê xwe seferberiyê îlan bike. Dest bidin destên hev û divê her tiştên xwe nêvî bikin û bi wan re parve bikin. Divê em gelê xwe mecbûrî namerda nekin. Gelê me yê Ewrûpa, Emerîqa, Rûsya û Çînê divê demildest deng bidin vê kampayanyayê û bi destên gelê xwe bigrin. Karin ji were bêje bajarê xwe terk bikin lê divê qet hûn ji welatê xwe neçin. Dixwazin çeteyên DAÎŞ'ê bînin ser sînoran lê divê em li welatê xwe bajarê xwe xwedî derbikevin. Ji bo Pakîzê, Sêvê û Fatma divê em ji bo wan hinekî din ber xwe bidin." (kom/no/mae)