'Xeta me Zîlan Rêberê me Ocalan' 2016-07-02 10:24:40 ÎZMIR (DÎHA) - Endamên KJA'yê Zeynep Kinaci (Zîlan) li Îzmirê bi bîr anîn û bi dirûşmên "Xeta me Zîlan Rêberê me Ocalan" meş pêk anîn. Koordînasyona Bajêr a Kongreya Jinên Azad (KJA), bi minasebeta 30'ê hezîranê bi çalakiyekî Zeymep Kinaci (Zîlan) a di sala 1996'an de çalakiya fedayî pêk anî bû û jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. Jinên li taxa Onurê hatin gel hev bi dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo" û "Xeta me Zîlan Rêberê me Ocalan" heta Rawestgeha Kahvecîlerê meş pêk anîn. Piştî meşê endama KJA'yê Melîsa Aydin daxuyanî da û aşkera kir ku Zeymep Kinaci li hemberî hemû polîtîkayên şer ên qirêj di têkoşîna azadiya jina kurd de bûye sembol û ev tişt got: "Hevrêya Zîlan li hemberî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û ev komplo vala derxist. Ev komplo di esasê xwe de di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li hemberî gelê kurd pêk hatiye. Zîlanê bi çalakiya xwe pêşî li vê tasfiyeyê daye girtin û bûye xeta jina azad." (ms)