Tûrîstê xwest selfîe bikişîne di zinar de ket 2016-07-02 10:13:54 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Xirabeyên Machu Pîcchu xwedî dîrokeke 550 salan e û li Peruyê ye, tûrîstê xwest selfie bikişîne di zinarekî de ket û jiyana xwe ji dest da. Tûrîstê almanî yê bi navê Olîver Park ê 51 salî roja çarşemê dema li xirabeyên dîrokî yên Machu Pîcchu xwest selfîe bikişîne, di zinarekî de ket û jiyana xwe ji dest da. Her çendî li herêmê lehweyên hişyariyê û cihên ji bo mirovan hatibe qedexekirin jî Park ket cihê qedexeyî û li ser zinarekî dema wekî ku difire hewl da wêneyê xwe bikişîne, di zinar de ket û jiyana xwe ji dest da. Cenazê tûrîstî rojek şûn ve li cihê ketî hat wergirtin. Rojên borî li payteqta Portekîzê li Lîzbonê jî tûrîstê xwest selfîe bikişîne, peykerê 126 salî qeliband û peyker rûxiya. Bi taybetî di demên dawî de ji ber kişandina selfîeyê gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Di demên dawî de li gelek deverên cîhanê ji ber selfîe dibe sedema buyeran di muze û cihên dîrokî de kişandina wê qedexe ye. Bajarê Machu Pîcchu di sala 1450'yan de ji hêla şaristaniya Înka ve hatiye avakirin û ev herêm li herêma başûrê Amerîkayê dimîne, cihê herî zêde tê ziyaretkirin e. Bilindahiya wê 2 hezar 430 metre ye û di zimanê Kaçuvayî de wekî "Çiyayê Kevin" tê pênasekirin. Ev herêm tenê bi hilkişandinê an jî bi trena ji newala Urubambayê tê dikare xwe bigihînê. (ms)