Li Wêranşarê dema şelengo ye 2016-07-01 09:05:03 RIHA (DÎHA) - Demsala palehiya şelengo ya ku tenê li navçeya Wêranşerê tê hilberadin şeklê wî yekî zebeş tehma wî jî wekî hiyar e hat. Gurbet Erbekler a ku bi şelengoyên li ber mala xwe çandiye debara malbata xwe dike diyar kir ku ji ber ku di selete, tirşî û caciqê de tê bikaranîn li herêmê eleqeyeke mezin ji bo şelengo heye. Li navçeya Rihayê ya Wêranşarê şelengoyê ku tenê li vî herêmê şîn dibe çavkaniya debara gel e. Li taxa Kûlikpar a jina bi navê Gurbet Erbekler (31) a li ser zeviya 6 donim e şelengo çandiye û debara malbata xwe dike diyar kir ku şelengo li her derê şîn nabe, şîn bibe jî qasî yên wan xweş nîne. Erbekler bi lêv kir ku zeviya xwe kirine du parçe û mehek navber dane û şelengo li herdu parçeyan jî çandine bi vî rengî her tim şelengoyên teze dikarin hilberînin. Çawa şîn dibe? Dayika 4 zarokan Erbekler diyar kir ku çandina şelengo kedeke mezin dixwaze û wiha berdewam kir: "êvaran em li zeviyan çalan vedikin û ava tijî dikin. Serê sibehê jî dendikan dixin hundirê çalan û li ser wan digirin. Piştî hefteyeke şîn dibe, dema ku derdikeve em bi tevrikê derûdora wan dikolin. Qasî meheke jî kulîlk vediin û piştre jî hêdî hêdî şelengo derdikeve." Ber deriyê wê çavkaniya debara wê ye Erbekler da zanîn ku ew kîloya şelengoyê bi 2 TL'î ve didin lê di nava demê de heta 50 qruşî jî dikeve. Erbekler destnîşan kir ku şelengo ji bo caciq, selete û tirşî tê bikaranîn. Erbekler da zanîn ku şelengoyên hildiberînin bazirganiya wî jî tê kirin û wiha axivî: "Em li vir ber deriyê mala xwe vî karî dikin û debara xwe dikin." Erbekler got ku salê qasî 3 ton şelengo hildiberînin. (sa)