Yevkurov: Lêborîna Erdogan dê têkiliyan xurt bike 2016-06-28 12:10:45 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokomarê Komara Înguşetyayê ku girêdayî Rûsyayê ye Yunus-Bek Yevkurov ragihand ku peyama Erdogan a lêborînê di warê têkiliyan de dê bandoreke erênî bike. Serokomarê Komara Înguşetyayê ku girêdayî Rûsyayê ye Yunus-Bek Yevkurov ragihand ku peyama Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a lêborînê ku ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re şand di mijara têkiliyan de ku ji mijdara 2015'an ve di tengayiyê de ye dê bandoreke erênî bike. Yunus-Bek Yevkurov di hisabê xwe yê Instagramê de daxuyaniyek belav kir û ev tişt got: "Peyama Erdogan a lêborînê helbet wê bandorê li polîtîkaya me ya derveyî welat bike. Divê em vê jî ji bîr nekin ku Tirkiye li hemberî mûeyîdeyên Rûsyayê biryara mûeyîdeyan negirt. Hevkariya Tirkiye û Rûsyayê di warê tekoşîna dijterora navneteweyî dê fêdeyên girîng bide." Yevkurov di dirêjiya axaftina xwe aşkera kir ku divê Enqereyê hêj di serî de şaşiya xwe fêhm bikira û wiha pêde çû: "Heke Tirkiye xeletiya xwe fêhm bikira, lêborîn bixwesta, ji bo malbata pîlotê kuştî sersaxî bixwesta û ji bo cezakirina kesên sûcdar tevdîr bigirta, ez bawerim têkiliyê navbera herdu welatan dê bihata parastin û têk nediçûn." (ms)