Di 4 êrîşên xwekujiyê de 42 kes mirin 2016-06-28 12:04:58 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Yemenê ji bo qedandina şerê navxweyî ji aliyekî ve hevdîtinên aştiyê didomin û ji aliyê din ve ji ber êrîşên xwekujî yên li hemberî noqteyên leşkerî bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn. Li bajarê El Mûkallayê ku di meha nîsanê de ji rêxistina El Qaîdeyê ya Yemenê hat rizgarkirin, 4 êrişên xwekujî di dema fitarê de pêk hatin. Li gorî agahiyan 3 ji van êrîşan li hemberî noqteyên kontrolê yên leşkerî, yek jî li hemberî nîzamiyeya wargeheke perwerdeyê ya leşkerî pêk hatiye. Li gorî agahiyan, di encama her çar êrîşan de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Malpera nûçeyan a bi navê El Mûkalla Now ragihand ku komên bîadê yên girêdayî terorîstên DAIŞ'ê ew êrîşana pêk anîne. Bajarê Mûkalla yê li başûrê Yemenê demeke dirêj e di bin dagirkeriya hêzên El Qaîdeyê de mabû û di meha nîsanê de ji aliyê yekîneyên artêşê yên girêdayî Serokdewlet Mansûr El Hadî ve hatibû rizgarkirin. (ms)