Tuncel: Erdogan biçe dê muzekere dest pê bikin 2016-06-27 15:53:35 RIHA (DÎHA) - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel li Rihayê bi rêveberên partiya xwe re hatin gel hev der barê pêvajoyê de axivî. Tuncel diyar kir ku bi Erdogan û AKP'a ku pêvajoya aştiyê bi dawî kir, maseya çareseriyê hilweşand û li hemberî gelê kurd şer da destpêkirin re aştî nabe û ev tişt got: "Dê Erdogan û AKP biçe û ji nûve muzakereya demokratîk dest pê bike." Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, li avahiya partiya xwe ya Halîliyeyê bi rêveberên partiya xwe re civînek pêk anîn. Di civînê de Wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan jî amade bû. Tuncel da zanîn ew dê êdî bi AKP'ê re muzakereyan nekin û dê gel bi xwe çareseriya xwe pêk bîne. Tuncel bal kişand ser gotinên Galîş Ensarîoglu yê AKP'î yên wekî "êdî darêz û rêveçûn di destê me de ye" û got ev pênase "faşîzmê" dide nîşan û wiha axivî: "Li cihekî demorasî tune be, dê daraz, rêveçûyîn di yek destî de bê berhevkirin." 'Dê AKP biçe' Li ser pirsa "dê pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike" jî Tuncel ev bersiv da: "Erdogan û AKP'a ku pêvajoya aştiyê bi dawî kir, maseya çareseriyê hilweşand û li hemberî gelê kurd şer da destpêkirin re aştî bibe gelo? Na, dê Erdogan û AKP biçe û ji nûve muzakereya demokratîk dest pê bike. Dê ev şer wisa bidome? Na, gel dê bixwe çareseriya xwe pêk bîne. Erdogan û AKP dê biçin û gel bi xwe çareseriya xwe pêk bîne." Tuncel di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku 21 hevşaredarên wan û 92 endamên meclisên wan di girtîgehê de ne û aşkera kir ku armanca qeyûman destaserkirina vîna gel e. Tuncel der barê saziyên deyndarên Lijneya Ewlehiya Sîgorteyê (SGK) ne ev agahgî dan: "Di nava 100 saziyên herî deyndar de 50 şaredarî cih digirin. Ji van 17 yên AKP'ê, 13 yên CHP'ê û 2 şaredarî jî yên HDP'ê ne. Kê mafê karkeran xwariye, texweriye." Tuncel li ser operasyona Licê jî rawestiya û piştrast kir ku li herêmê tanana xwezayê pêk tê û di hewa de herêm bi dijwarî tê bombebarankirin û wiha pêde çû: "Di bin navê 'têkoşîna bi heşîrê re' herêmê tanan dikin û dixwazin bi vê yekê bertekên gel bidin kêmkirin." (ms)