Demîrtaş: Divê dîra xwe em bi xwe bijîn' 2016-06-25 23:19:42 AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di xwarina fitarê de axivî û wiha got: "Pêwiste dîroka xwe em bi xwe binivîsin. Em bang li gelê kurd dikin û em dibêjin bila dilê me ji bo Licê, Gever, Mahabad, Sînê, Hewlêr, Kobane, Efrin, Musul hilbibe. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li Kaplan City xwarina fitarê da. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wekilên HDP'ê û gelek saziyên civakî tev li xwarina fitarê bûn. Dîsa bi sedan welatî amade bûn. Demirtaş, di xwarinê de axivî û diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Pêwiste di vê pêvajoya dîrokî de kurd bi destê xwe dîroka xwe binivîsin. Divê gelê kurd bi hesta yekîtiya neteweya kurd tev bigerin. Divê dilê me ji bo gelê Licê, Gever, Mahabd, Sînê, Hewler, Musul, Roava hilbibe. Divê dilê be bi Kurdistanê hilbibe. Hêzên dewletê Sûr, Cizîr, Silopya û Gever wêran kirin. Li Geverê 3 tax bi temamî rûxandin. Li Şirnex û Nisêbînê hêj em nizanin çi bûye. Sedema vê yekê jî ji ber ku kurd dixwazin xwe bi rêve bibin. Ji ber kurd dixwazin xwe bi rêve bibin.Em dîsa li 100 sal berê vedigerin. Rojhilata navîn wekî 100 sal berê ji nûve tê sazkirin. 100 sal berê Kurdistan hatibû perçekirin. Lê niha kurd ne yê 100 sal berê ne. Bi Erdogan aştî ne pêkan e Demirtaş, herî dawî da zanîn ku bi Serokomar Erdogan aştî ne pêkan e û wiha got: "Heta niha tu polîtîkayên AKP'ê bi ser neketine. 14 salin tu polîtîkayên wan nebûye çareserî. Ji niha û şûnde jî bi ser nakevin û nabin çareserî." (mae)