Guven: Ji bo rawestandina operasyonan em dê biçin Licê 2016-06-25 14:27:39 AMED (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di civîna şaredariyên DBP'î a li hember kayyûman de axivî û got ku divê ji bo rawestandina operasyonan çalakiyên hevpar werin kirin. Guven diyar kir ku ew dê sibe biçin Licê û bang li her kesê kir ku tevlî vê çalakiyê bibe. Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) derbarê nîqaşên kayyûman de li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîn lidar xistin. Beriya civînê Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven derbarê pêvajoyê de nirxandin kirin. Guven di axaftina xwe de bal kişand ser kayyûmên ji bo şaredariyên DBP'î werin tayînkirin û got ku gelê me destûrê nade ku ev yek pêk were. Bila her kes berê xwe bide Licê Guven derbarê operasyonên li Licê berdewan dikin de jî got ku ew dê li hember vê yekê sibe biçin Licê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dê sibe ji bo rawestandina operasyonan biçin Licê. Ji bo vê yekê jî hewceyî bi çalakiyên hevkarî heye. Em bang li her kesê dikin ku ji bo Licê bikevin nava tevgerê" Hevseroka DBP'î Sebahat Tuncel jî got ku li hember vîna gelê kurd êrîş pêk tên û wiha axivî: "Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek hê jî di zindanê de ye. Her wiha Rêveberê DBP'ê yê Şirnex Hûrşît Kulter ev 30 roj e agahî jê nayê stendin. Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kedek mezin pêvajoya aştiyê da destpêkirin û Erdogan bi gotina mase tuneye ev pêvajo xerab kir." 'Armanç tunekirina kurdan e' Tuncel bi lêv kir ku piştî xerabûna pêvajoya aştiyê plana çokdanînê hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: "Plana çokdanînê niha di dewreyê de ye û armanca vê planê tunekirina kurdan e. Li gor vê planê tê armançkirin ku 10 hezar kurdan têxin zindanan, 15 hezar kurdan qetil bikin û 300 hezar kurdan koçber bikin. Her wiha destdayîna parlementeran û kayyûmên ji bo şaredariyan werin tayînkirin jî di çarçoveya vê planê de ye." 'Me her tişt bi berxwedê bi dest xistiye' Tuncel diyar kir ku berpirsyarên şer û cenazeyên tên AKP ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berpirsyarê vî şerî û hatina cenazeyan AKP ye. Dibêjin me 'hûn dê hesabê bidin' lê yên ku hesaba van qetlîaman bidin Erdogan û Yildirim in Me çi bi destxistibe di encama berxwedana me de ev yek pêk hatiye. Îro jî bi çi awayî bibe bila be em dê li ber xwe bidin û destûrê nedin ku şaredariyên me bêxin destê kayyûman." Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê tehamula tu kesê dijber nake û wiha axivî: "Îro di şexsê şaredariyan de êrîş li demokrasiyê tên kirin. Gel deng daye şaredariyên melê vê yekê qebûl nakin. Dibêjin an hûnê deng bidin me an jî em dê şaredariyên we desteser bikin. Li hember van pêkutiyan gel li ber xwe dide û di vê berxwedanê de jî bi biryar e. Divê her kes li hember kayyûman derkeve û destûrê nede ku ev yek pêk were." Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. (no)