DBP: Em li hemberî faşîzmê berxwedanê mezin bikin 2016-06-25 13:22:23 AMED (DÎHA) - DBP di bin civîna Lijneya Rêveberiya Giştî de li hev kom bû, di danezana ku hat aşkerakirin de, hat diyar kirin ku şerê ku ji hêla AKP'ê ve li hemberî gelê kurd di qada neteweyî û navneteweyî de hatiye kûrkirin, divê li hemberî vê faşîzmê berxwedan bê mezin kirin. Lijneya Rêveberiya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), danezana xwe ya civînê ragihand. Civîna ku der barê geşedanên dawî de hat li darxistin de, hat gotin ku modernîteya kapîtalîst di nava krîzekî de ye û bi şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn re ev krîz her roja ku diçe kûr dibe. Bingeha siyaseta derve dij kurd e Di danezanê de hat aşkera kirin ku Tirkiye bi hişmendiya dewleta neteweyî li hemberî pêşketinên li Rojhilata Navîn û li hemberî aştî û demokrasiyê seknek heye û ev tişt hat gotin: "Polîtîkaya derve ya AKP'ê wekî siyaseta dij kurd xwe dide nîşan. Dewleta AKP'ê ji bo kurd nebin xwediyê tu tiştekî di nava hemû hewldanan de ye. Wer bûye ku li gel çeteyên DAIŞ û El Nusrayê yên ku bûne belayê serê cîhanê cih digire." 'Krîz ne derbas dar e' Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber polîtîkaya AKP û Serokomar Tayyîp Erdogan a li hemberî kurdan, Tirkiye di Rojhilata Navîn de ne alîgirê çareseriyê, aniye rewşeke parçeyekî pirsgirêkê û wiha hat gotin: "Ev krîza tê jiyîn ne derbas dar e, dê bidome. Polîtîkaya şer a AKP'ê parçeyekî krîzê ye. Tirkiye di vegerekê de ye. Heke Tirkiye bi rêbazeke aştî û demokrasiyê tevbigere, dê xwe ji vê krîzê rizgar bike. Lê wer dixwiyê ku AKP û Erdogan berovajiyê wê difikirin." 'Em ê têkoşînê bilind bikin' Di danezanê de hat aşkera kirin ku plana komkujiya kurdan ya di bin navê "plana çok şkandinê" de hatibû amadekirin, derketiye holê, li ser vê şer li bajaran jî hatiye destpêkirin û ev tişt hatin gotin: "Di serî de li Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê gelê kurd li hemberî polîtîkaya şer a AKP'ê li ber xwe da. Di civîna meya Lijneya Rêveberiya Giştî de jî biryar hat girtin ku dê li hemberî şerê topyekûn ê AKP'ê bi berxwedaneke mezin bê dayîn." Di dawiya danezanê de li ser operasyona li navçeyên Licê, Hanî û Qulpê di 20'ê hezîranê de hat destpêkirin û di bombebaranê de cih û warên welatiyan hat tanankirin jî hat sekinîn û banga xwedî derketinê hat kirin. (ms)