Di êrîşa bombeyî de 4 kes mirin 14 kes birîndar bûn 2016-06-25 11:47:16 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Bîngazî ya Libyayê li hemberî nexweşxaneya Cela'ayê bi wesayîteke bombe barkirî êrîş pêk hat, di encamê de 4 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Bîngazî li hemberî nexweşxaneyê êrîş 4 kes mirin 14 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyên berpirsê çapemeniyê yê nexweşxaneyê Fadiya el-Bergusî, wesayîta bombe barkirî li ber deriyê kesên ku tên serdana nexweşxaneyê teqîn çêbûye. Bergusî aşkera kir ku di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku li nexweşxaneyê leşkerên girêdayî Meclîsa Nûnerên Tobrûkê jî dihatin dermankirin, ev leşkerên mijara gotinê di şerê bi Ensar'uş Şeria de birîndar bûne. Berpirsê Çapemeniyê yê Rêvebiriya Ciyê Bûyerê yê li Bîngaziyê Velid el-Arafi jî îdia kir ku tiliya rêxistinên terorê yên weke DAIŞ û Ensaru'ş Şeria di buyerê de heye. Li gorî Arafi ji ber ku hêzên hikûmetê ev rêxistin li hin herêmên Bîngaziyê tengav kirine wan jî êrîşeke bi vî awayî pêk aniye. Bîngazî ji sala 2014'ê û vir ve bûye qada şerê di navbera hêzên girêdayî hikûmeta Tobrukê û hin hêzên weke Ensar'uş Şeria û DAIŞ'ê. (ms)