Karkerên Çukurova di bin kelekela havînê de dixebitin 2016-06-24 09:03:52 EDENE (DÎHA) - Karkerên li herêma Çukurova di nava zeviyan û înşaetê de dixebitin, li gel kelekela havînê di bin şertên pir dijwar de bi keda erzan dixebitn. Karker li gel rojiya remezanê dîsa neçarin di bin germahiya havinê de bixebitin. Karkerên demsalî yên di nava zeviyên herêma Çukurova û înşaetê de karên ziviyan û înşaetê dikin, li ruxmê rojiya remezanê û germahiya 50 pêlî dîsa ji serê sibê heta êvarî di nava şertên dijwar de dixebitin. Karkerên ji ber pirsgirêkên debarê karê zahmet dikin, keda wan tê binpêkirin. Karkerên di bin tava germa havînê de dixebitin, bê sîgorta û bi kedek erzan dixebitin. Karkerê bi navê Mehmet Şahîn, diyar kir ku di nava zeviyan de bamya kom dikin û wiha got: "Em ji serê sibê heta êvarî di bin germa tavê de bi zor û zahmetiyên mezin dixebin. Ji ber germahiya havînê em nikarin rojî bigirin. Germahiyek gelke zêde heye. Em neçarin di van şertên dijwar de bixebitin. Karkerê înşatê Sedat Cenk jî anî ziman ku germahiya tavê hesin jî disincirîne û ji ber hesin sor dibe çermê destê wan tev disoje û wiha got: "Di vê meha rojiyê de ji ber ku em bi rojî ne û hewa gelek germ e em pir zahmetiyan dijîn. Em di kelekela havînê de karê înşatê dikin. Hewa germ û hesin germ em gelek zahmetiyê dijîn. Her çend em li dijî tavê kewqe bikar bînin jî fêde nake. Em her dem avê li bedena xwe dikin, lê dîsa fêde nake. Em neçarin wisa bixebitin. Karkerê înşatê Ali Çit jî heman zor û zahmetiyên kar anîn ziman û da zanîn ku ew neçarin debara malbatê bikin. Çit, bilêv kir ku ew bi kedek mezin û heqekî erzan dixebitin. Karker Alî Can heman tişt anî ziman. (mae)