Buldan: 3 darbe li ser hev pêk hatin 2016-06-22 09:26:00 ÎDIR (DÎHA) - Parlementera HDP'ê û Wekîla Serokê TBMM'ê Pervîn Buldan diyar kir ku di demên dawî de li Tirkiyeyê 3 darbe li pey hev pêk hatine û wiha got: "Darbeyek li hemberî hilbijartinên 7'ê, hilbijartina duyemîn li hemberî Davutoglu û ya sêyemîn li hemberî parlementerên me pêk hatin. Lê gelê kurd ligel hemû zordariyan bi salan e li berxwe dide." Parlementera HDP'ê ya Stenbolê û Wekîla Serokê TBMM'ê Pervîn Buldan li navçeya Qulpê ya Îdirê bi hemwelatiyan re di fitarê de hate cem hev. Buldan li vir hîtabîh hemwelatiyan kir ku daxuyand ku li Tirkiyeyê di demên dawî de 3 darbe li ser hev pêk hatine. Buldan da zanîn ku darbeya yekemîn li hemberî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, a duyemîn li hemberî Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û ya sêyemîn jî bi rakirina destnedayîna parlementeran li dijî HDP'ê pêk hatine. Buldan bi bîr xist ku di pêvajoya van darbeyan de îktîdara AKP'ê li Cizîr, Sur, Silopî, Farqîn, Nisêbîn, Şirnex û Geverê komkujî pêk anîne û wiha got: "Li aliyekê jî hemû rêbazên dîktatoriyê pêk anîn, ji parêzeran bigire heta rojnameger, akademîsiyen û siyasetmedaran girtin û avêtin girtîgehan." 'Roj roj hevgiriyê ye' Buldan derbirî ku ligel hemû zordariyan jî gelê kurd heta îro li berxwe da ye û dê li ber xwe bide. Buldan wiha got: "Bi salan e gelê me serî natewî ne û li berxwe dide. Kes nikare serê gelê kurd bitewîne. Ligel hemû zehmetiyan roj roja hevgiriylê ye. Dibe demek dijwar li pêşiya me be lê serkeftin ya me ye." Piştî axaftinan hemwelatiyan fitare kir. Parlementerê HDP'ê yê Îdirê M. Emîn Adiyaman jî li Taxa Ozgurê ya bajar bi hemwelatiyan re hate cem hev. Adiyaman polîtîkayên şer ên AKP û Qesrê rexne kirin û daxuyand ku dê ligel hemû êrîşan jî heta dawiyê li berxwe bidin. (ekîb/eb)