Tehliyeya Dogan jin kêfxweş kirin 2016-06-22 09:22:22 EDENE/MÊRSÎN (DÎHA) - Jina bi navê Çîlem Dogan li Edeneyê bi şideta hevjînê xwe re rû bi rû ma û hat xwestin bi zorê fihûşê bi wê bide kirin. Li ser vê îşkenceyê Dogan mafê xweyê parastina rewa bi kar anî û lêxist hevjînê xwe kuşt. Li ser kuştina hevjînê xwe Dogan hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Li ser itiraz cezayê wê vegerandin pere û Dogan serbest hat berdan. Biryara beraetê ji hêla saziyên jinan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Li Edeneyê jina bi navê Çîlem Dogan ji hêla hevjînê xwe ve hat îşkencekirin û hat xwestin bi zorê fihûşê bi wê bide kirin. Li ser şidetê Dogan parastina xwe ya cewherî bi kar anî û lêxist hevjînê xwe kuşt û ji hêla dadgehê ve bi 15 salan hat cezakirin. Seroka Komeleya Jinên Serbixwe ya Mêrsînê Ayla Oran Erciyes diyar kir ku ew ji ber biryara beraetê gelekî kêfxweş in. KJA: Parastina cewherî ne sûc e Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Emîne Adibellî da zanîn ji ber ku jin parastina xwe ya cewherî bi kar tînin ew gelekî kêfxweş in û ev tişt got: "Ji bo jin li jiyanê bimîni parastina xwe ya cewherî bi kar bînin divê ev wekî sûc neyê hesibandin." Têkoşîna hev par bidomînin Yek jî parêzera Dogan Sevîl Aracik Bak, got ku ew wekî jinên Edeneyê gelekî kêfxweş in û aşkera kir ku ji roja destpêkê heta niha ew wekî Platforma Jinên Edeneyê dozê dişopînin. Bek bang li jinan kir ku têkoşîna hevpar û mil bi mil divê bê xurtkirin. 'Ji ber her tiştî jî erênî ye' Endama Komeleya Jinan a Berbiroj Prz. Nesrîn Gozen Bîlek, bi lêv kir ku ew wekî têkoşerên mafên jinan, bi tu awayî cezayê hatiye dayîn qebûl nakin. Bîlek got lê dîsa jî serbestberdan gelekî girîng e û aşkera kir ku ew li benda beraetê bûn. Ev ji bo jinan serkeftin e Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrsînê Burcu Duzen Gurler jî destnîşan kir ku ew li benda serbestberdana kefaletê jî nebûn û wiha pêde çû: "Di vê biryarê de bandora têkoşîna saziyên jinan gelekî girîng e. Ji ber her tiştî jî dîsa biryareke girîng e û serkeftina jinan e." (ms)