Xursî nikarin heqdestê xwe bigirin 2016-06-22 09:15:59 MÊRDÎN (DÎHA) - Welatiyên Xursê ligel ku bi çandina tutinê debara xwe dikin diyar kirin ku li herêmê piranî çavkaniya debara wan tutin e lê nikarin heqdestê xwe bigirin. Debara şêniyên gundên Xursê yên Qosera Mêrdînê tenê tûtin e. Li heremê ji gundên Heftêxuhan, Gundê İzêr, Meşkîna, Çelebiya, Xubas, Xursa Navê, Elîpaşa Hemziya, Hecî Faris, Babina Kûrrê û Şêx Tajdîn re gundên Xursê tê gotin. Şêniyên gundên Xursê piştî ku di salên 1990'î de ji gundên xwe hatin derxistin carekê din vegeriyan ser axa xwe û ji wê çaxê ve cotê berdewam dikin. Gundên Xursê li newalên rêzeçiyayên Torosan yên di navbera navçeyên Qoser û Artuklû de cih digire û bi şînkayî, av û tûtina xwe tê naskirin. Şêniyên ku li gundên Xursê anîn ziman ku bi hebûna ava wan û gubreyê sewalan ku bi tûtinê werdikin, tûtina herî baş ji herema wan tê derxistin. Şêniyên gundan di demên dawî de ketine nava fikarên kêmbûna avê ya ji ber kolandina bîrên avê yên li deşta Mêrdînê û kêmbarandina baranê. Keda mezin ya xursiyan Tûtina Xursê bi kedekî mezin bê ku tu piştgiriyê ji dewletê bistînin tê çandin. Ridvan Aslan yê ku bi eslê xwe ji Gundê İzêr e diyar kir ku piştî keda 8 mehan tûtinê difiroşin. Aslan dest nîşan kir ku cudabûna tûtina Xursê ji yên din ji ber pêwerkirina ziblên sewalan e û wiha got: "Li gelek deverên din jî tûtin tê çandin, lê ev kes bi giştî gubreyên kîmyewî bikartînin. Lê yên me, em bi giştî bi zibilê sewalan bi kar tînin. Ez ji zarokatiya xwe vî karî dikim. Berê me bizir diavêt, lê di salên dawî de şitlên tûtinê derketin û em şitlan datînin. Di hundirê 8 mehên ku tûtin tê çêkirin de herî kêm 5 kes dixebitin û pê re eleqedar dibin." 'Bi kedekî mezin tûtin tê çêkirin' Aslan dest nîşan kir ku bi kedekî mezin tûtin tê çandin û beşên çêkirina tûtinê wiha anî ziman: "Piştî ku em şitilan datînin dest bi avdanê dikin. Piştre em ziblê sewalan bi ser wer dikin û ji bo ku tûtin qam bide pelên biçûk jê dikin. Piştî ku qam dide û pelên tûtinê mezin dibin, pel ji dara wê tê jêkirin û bi derzî û ta tên dirûtin. Pelên ku tên dirutin ji bo ku zuha bibe tê darvekirin. Pelên ku zuha dibin li ser hev tên rastkirin û pişt re em dixin qalib. Herî dawî ji bo ku bê hûrkirin piçekî bi avê tê nermkirin û pê re bi mekîneyê tê hûrkirin. Piştî vê merheleyê, ji vexwarinê re amade dibe." 'Keda wê ji pereyên wê bêtir e' Aslan anî ziman ku tûtina ku bi kedekî mezin çêdikin bi pereyê miqabilî keda wan nayê firotin. Aslan xwest ku hilberîna ku dikin li gelek devaran bê nasîn. (kom/red)