Li Sîbîryayê xêzên berî 4 hezar salan hatin dîtin 2016-06-22 09:15:17 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Sîbîryayê di nav de wêneyên mirov, canege, dar û çûk jî heyî ji 20 xêzên şamanîkî yên li ser zinaran hatin dîtin. Li gorî lêkolînên zanyaran dîroka van xêzan 4 hezar sal berê ye. Li gor malpera "arkeofili" li gundê Gorbîsa ya Sîbîryayê wêneyê herî balkêş yê ku ji hêla hunermendê Serdema Tûncê ve hatiye xêzkirin hatine dîtin. Hat diyar kirin ku di nava xêzan de fîgurekî mirovan heye û gilovera wekî tavê jî li nêzî wî disekine. Zanyarê bi navê Sergeî Alkîn diyar kir ku dibe ev xêz aydê şaman û dawûlê be. Ji bo ev xêz tu zerarê nebînin, ji hêla pisporan ve qasî 3 salan hatine parastin. Tê gotin ku ev xêzên li nêzî Çemê Largî yê li gundê Gorbîtsa berî demekî ji hêla nêçîrvanan ve hatine dîtin, lê herî dawî di sala 2013'an de ji hêla pisporan ve hatiye kifşkirin. Dr. Sergeî Alkîn ê ku li ser xêzan lêkolîn kir, da zanîn ku ev wêne bi boyaxa aşi ya turuncû û sor hatine xêzkirin û ev tişt got: "Dê naveroka kîmyewî ya van boyaxan di demên pêş de bên lêkolînkirin û ji ku hatine dê bên tespîtkirin." Alkîn bi lêv kir ku ev xêzên li ber Çemê Largî hatine dîtin, gelekî baş hatine parastin û aşkera kir ku tê fikirîn ev xêz ji hêla gelên Tunguz an jî Mogolan ve hatine xêzkirin. Dibe şamanekî xêz kiribin Alkîn îdia kir ku di heman demê de dibe ev xêzanan dawûla şamanekî jî be û wiha pêde çû: "Şîrovekirina van wêneyan ne hêsan e. Di naveroka kompozîsyonê de şeklên mirovan hene. Dîsa bi taybetî li gel şeklên mirovan fîgûrên ku dişibin tavê tên dîtin. Di nava vê gloverê de xêza caran (x) heye û ev xêz di gelek çandên herêmê de dawûla şamanan temsîl dike. Ji ber wê jî em wekî xêza şaman an jî dawûlê pênase dikin." Dîsa di wêneyên ku berî 4 hezar salan hatine xêzkirin de, noqte û xêz balê dikişînin. Li gorî zanyaran ev şop carna wekî sembolên hejmarê jî tên şîrovekirin. (ms)