Çîlem Dogan: Ez ê ji bo hemû jinan têbikoşim 2016-06-21 11:14:23 EDENE (DÎHA) - Çîlem Dogan a ku ji ber şîdeta zilam mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî û 15 sal ceza lê hate birîn duh bi kefaletê ve hate berdan wiha got: "Li derve û li hundir bi milyanan jinê dîl hene. Ez ê ji bo azadiya wan ji niha pêve têbikoşim." Çîlem Dogan a ku li Edeneyê ji ber şîdeta zilam mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî û 15 sal ceza lê hate birîn bi 50 hezar TL kefaletê ve hate berdan. Çîlem duh ji aliyê jinan ve li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê dema ku derket ji aliyê jinan ve hate pêşwazîkirin. Dogan piştî hate berdan ji ajansa me re axivî û dê niha û pê ve çi bike û biryara tehliyeyê nirxand. 'Salên demdirêj em li vî edaletê geriyan' Dogan bilêv kir ku ew ê niha ji pêve di nava têkoşîna azadiya jinê de cih bigire, ew li ben da biryaya tehliyeyê bû lê evqas zû li bendê nebû. Dogan biryar wekî "edaleta derengmayî" bi nav kir û wiha got: "Jixwe salên demdirêj e em li vî edaletê digeriyan." 'Ez kêfxweşiya xwe nikarin terîf bikim' Dogan destnîşan kir ku parêzer, rêxistinên jinan û saziyên çapemeniya azad ew tenê nehiştine û hestên xwe wiha anî ziman: "Min dizanibû ku ez tenê nînim, min dizanibû dê rojek ew derî bê vekirin. Min bi vî bawer dikir. Ji ber ku hevalên min ên jin soz dan min. Gotin em ê li benda biryara dadgeha bilind nemînin û tê ji wî deriyê derxînin. Bi rastî jî wisa bû. Ji ber ku ez gihiştim keça xwe, bela berteref tir her tişt niha tevlîhev e û kêfxweşiya vî dijîm." 'Min gelek şîdet dît lê min serî netewand' Dogan bi bîr xist ku dema rastî şîdetê hatibû gelek biryarên paratinê daye girtin lê dengê xwe nedaye bihistin, bûye sembola têkojîna jinê û li dijî şîdetê serê xwe netewandiye. Dogan wiha axivî: "Min qestî canê mirovekî kir lê ez mecbûr mam. Ez ji bo jinên ku rastî şîdetê tên lê nikarin dengê xwe bidin bihistim bûm mînak. Niha pêve jî ez ê ji bo biryarên parastinê bên girtin têbikoşim." Dogan anî ziman ku saleke girtî maye, rêxistinên jinan ji bo têkoşiyane niha pêve jî ew ê di nava têkoşîna azadiya jinê de cih bigire. 'Azadî bi rastî xweş e' Dogan a ku bi gotina "Li şûna hembêza kujerekî de mayîn azadî bi rastî jî xweş e" ve bal kişand mafê parastina cewherî û diyar kir ku ew bi saya têkoşîna jinan ve azad bûya. bawer dike ku dê ji Dadgeha Bilind jî biryara bereatê derkeve. dogan destnîşan kir ku agahiya tehliyeyê ji hevalên xwe yên qawişê hîn bûye ewil pê bawer nekiriye lê piştî ku nivîsa tehliyeyê dîtiye ji kêfxweşiyê nezaniye çi bike. Dogan bilêv kir ku cezaya ku lê wê hatiye birîn di esasê xwe de ji bo hemû jinan hatiye dayîn û wiha got: "Roja dozê dema min ceza girt bi kêfxweşî ketim girtîgehê û gotni qey ez hatime berdan. Lê piştî ku 15 sal ceza bihistin tu wate nedan kêfxweşiya min. Ji ber ku ceza tenê nedan min dan hemû jinan. Dan hemû jinên ku li Tirkiyeyê rastî şîdetê tên. Nepêkan bû ez vê cezayê qebûl bikim. Ji ber vê yekê jî divê ez xurt bûma. Cezaya ku hate dayîn hêrsa min zêdetir kir, mora min xira nekir niha ez azad im lê li derve û li hundir bi milyonan jinên dîl hene. Ez ê ji bo azadiya wan ji niha pêve têbikoşim." (sa)