Zîlan û Sema Yuce hatin bi bîranîn 2016-06-20 18:04:38 AMED (DÎHA) - Zeynep Kinazi (Zîlan) ya li Dersimê çalakiya fedayî pêk anî û Sema Yuce ya di şeva Newrozê bedena xwe da ber agir li Çinarê hatin bi bîranîn. Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedayî pêk anî û Sema Yuce ya di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir li navçeya Çinarê ya Amedê ji hêla KJA'yê ve hatin bi bîranîn. Bîranîna li avahiya DBP'ê hat li darxistin de, rêvberên DBP, HDP û KJA'yê jî di nav de gelek welatî beşdar bûn. (ms)