Çîlem Dogan hate berdan 2016-06-20 17:01:37 EDENE (DÎHA)- Çîlem Dogan a ku li dijî şîdetê mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî bû û piştre hate girtin bi kefaletê hate berdan. Li Edeneyê Çîlem Dogan a li dijî şîdetê hevserê xwe, mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî, hate girtin û piştre 15 sal ceza lê hate birîn bi kefaletê hate berdan. Hate hînbûn ku Dogan bi 50 hezar TL kefaletê hatiye berdan. (sa)