Di ser qedexeya Şirnexê re demsal derbas bû 2016-06-20 09:06:22 ŞIRNEX (DÎHA) - Di ser êrîşên qirkirinê û qedexeya li dijî Şirnexê re demsalek derbas bû. Jinên şirnexî yên ji ber êrîşan bi zorê hatine koçberkirin li benda rakirina qedexeyê ne û dixwazin di demeke kin de vegerin cih û warên xwe. Ji kesên bi zorê ji Şirnexê hat koçberkirin Halîme Yilmaz ji taxa Gundogdu ya Şirnexê koçber bû, zora koçberiyê anî ziman û got: "Bi salane dewlet heman tirsê bi me dide jiyîn. Min di emrê xwe yê 50'î salan de çar koçberî derbas kiriye. Ez nizanim êşa kîjan koçberiyê bikşînim. Ev mehane ji malên xwe koçber bûne. Dema dest pê êrîşan kirin zivistan bû. Demsal derbas bû lê hê jî nikarin herin malên xwe. Êdî nikarin pirsên zarokên xwe yên 'Dayê kendê vegerin mala xwe?' bi bersivênin. Çawa ku mafê jiyanê yê şêniyên Stenbol û Enqerê heye, mafê me jî heye." Koçberiyê jî hilweşandina dewletê xelas ne bûne Yilmaz diyar kir ku ew di nava şert û mercên zor û zehmet de li cem xizmên xwe jiyana xwe didomînin û wiha pê de çû: "Tu mêvanî 3 mehan berdewam nake. Avahiyên me hatîye şewitandin û hilweşandin. Lê vê saetê şûnde dixwazin vegerin malên xwe birînên xwe derman bikin. Em êdî nikarin mêvanî jiyana xwe derbas bikin. Bi rastî tiştek di malên me de jî nehêlane û cerdevan malên me talan kirine. Lê em ji wan re nahêlin." Yilmaz dest nîşan kir ku ew li Silopiya ji kiryar û zordestiyên dewletê xelas nebûne û axaftina xwe wiha domand: "Ji xwe Şirnexê malên me hilweşandine. Li vir jî dest pê hilweşandina malan kirine. Ne diyare sibê mala ku em lê mêvan jî were xera kirin. Çi dibe bila bibe, kevirê mala me jî bimîne, axa ji ber malên me jî me em axa xwe dixwazin. Bila Şirnex be, em ê konên xwe vedin. Bila riya me vekin em ê vegerin malên xwe." Neçar man, zorî koçberiyê bûn Welatiya Şirnexê Ayşe Demîr jî dema bîranîna Şirnexê vegot hêsir rijandin û wiha serpêhatiyên xwe got: "Ji beriya 4 salan min hevjînê xwe winda kir. Di nava şert û merxên zexmet de bi zarokên xwe re jiyana xwe derbas dikim. Avahiya min xira kirine. Ne ji xizmên me van me ne dikarî xwe jiyanê bidomînin. Min nedixwast ji Şirnexê derbikevim, lê me neçar hêlan û Şirnexê bê mirov hêlan. Armanca dewletê jî ev bû." 'Em ê avahiyên xwe ji nû ve ava bikin' Demîr bi lêv kir ku ew ne li gundê xwe û ne bajarên xwe ji kiryarên dewletê xelas nebûne û axaftina xwe wiha domand: "Vê meha Remezanê ya li ser me tê kirin zilme. Lê tevî vê zilmê dema qedexe rabû Şirnexî hemû dê vegerin axa xwe. Dê avahiyên xwe û tenûrên xwe ji nû ve ava bike. Ji ber ku ya li ser me tê kirin ya cara yekem e. Dewlet çiqas zilm bike jî gelê kurd dê ew qas berxwe bide. Bila ji axa me derbikevin, em dikarin axa xwe ji nû ve ava bikin." (kom/ozp/mae)