Kaya: Kujer nikarin rê nîşanî jinan bidin 2016-06-19 13:34:21 RIHA (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê Huda Kaya di çalakiya li Rihayê hat li darxistin de bertek nîşanî axaftinên Erdogan ên wekî "Jina ku dayikbûnê red bike, ew kêm e" da û aşkera kir ku ji ber şerê AKP'ê yê li Kurdistanê bi dehan jin hatin kuştin û ev tişt got: "Kesên ku 7 rojan li hemberî cenazeyê dayik û malbata wê wehşet pêk anî nikare rê nîşanî jinan bide. Kesên ku ev hovîtî pêk anîn kêm aqil e." Hevgirtiyên Kongreya Jinên Azad (KJA), axaftinên Erdogan ên wekî "Jina ku dayikbûnê red bike, ew kêm e" şermezar kirin. Jinên li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hatin gel hev, pankarta "Heke ez dizekî biwelidînim, bila qet newelidînim" hat vekirin û dirûşmên wekî "Jin jin e ya kêm aqilê te ye" hatin berzkirin. Di çalakiya jinan de wekîlên HDP'ê yên jin Huda Kaya û Dîlek Ocalan jî amade bûn. Di çalakiyê de Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku komujiyên ku li hemberî jinan pêk tên ji polîtîkayên Erdogan cuda nagirin dest. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya di axaftinên xwe de bal kişand ser hovîtiya hêzên dewletê ya li Silopiyê li hemberî dayika bi navê Taybet Înan pêk anîn û ev tişt got: "Kesên ku 7 rojan li hemberî cenazeyê dayik û malbata wê wehşet pêk anî nikare rê nîşanî jinan bide. Kesên ku ev hovîtî pêk anîn kêm aqil e. Kesên zarok bê dayik hiştin û nikarin rê nîşanê me bidin." Kaya got ku "dayik ne maşîna zarokanînê" ye û wiha pêde çû: "Dê çima biwelidînin? Ji bo ji çete, mafya û milîsên şerxwaz re berdestan biafirînin dê mezin kin? Na. Em biwelidînin jî em dê mirovan biwelidînin. Wisa kesên kêm aqil em nawelidînin." (ms)