Serokwezîrê Alman ê berê: Şandina leşkeran şaşî ye 2016-06-19 11:58:19 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schroder biryara welatê xwe ya der barê şandina leşkeran a li ser sînorê Rûsyayê rexne kir û got ku ev tevger dê bibe sedema pêşbirka çekdarîbûna nû. Serokwezîrê berê yê Almanyayê Schroder ji rojnameya Suddeutschen Zeîtugnê re axivî û fikra ku dibêje dê Rûsya dikare welatên NATO'yê dagir bike weke fikreke ‘tewş' nirxand. Serokwezîrê berê yê Almanyayê got: "Divê Almanya di plana bicîkirina 4 hezar leşkeran li welatên baltikê tên bi cihkirin de cih negire." Schroder bibîrxist ku Almanyayê di 2'yemîn Şerê Cîhanê de li Yekitiya Sovyetê bû sedema kuştina 27 milyon mirovan û wiha pêde çû: "Piştî 75 salan leşkerên alman êrîşî Yekitiya Sovyetê kirbûn, careke din Almanya leşkerên xwe dişîne ser sînorê Rûsyayê. Gelo ev ê bertekek çawa bistîne? Wisa xuya dike ku NATO van tiştan nafikire." Schroder behsa hevkariya bi Rûsyayê re kir û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê Almanya destkeftiyên xwe wekî aborî û jeopolîtîk yê bi Rûsyayê re bidest xistiye, bi vê hewldanê ji destên xwe neke." (ms)