Der barê Demîrtaş de 2 muebet 486 sal ceza tê xwestin 2016-06-18 14:38:15 ENQERE (DÎHA) - Piştî pêşnûmeqanûna guhertinê ya der barê dewtnedanê de hat rakirin Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku dosyaya wî destpêkê şandin dozger cezayê der barê Demîrtaş de diyar bû. Demîrtaş ê ku 93 dosyayên wî hene û ji Demîrtaş re 2 muebet 486 sal ceza tê xwestin. Destnedana der barê wekîlan de piştî li ser fermana Serokomarê tirk Erdogan hat rakirin destpêkê dosyayên wekîlên HDP'ê şandin dozgeriyê. Pîşî sererastkirina pêşnûmeyê ket meryetê, dosyaya Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de dosyayên komek wekîlan şandin Dozgerê Komarê yê Enqereyê. Bi pêşketina pêvajoya darêzê re çav vegeriyan ser helwesta darêzê ya der barê wekîlên HDP'ê de. Wekîlên HDP'ê yên ku 510 dosya der barê wan de hatiye amadekirin, dema ji bo îfadeyê biçin dê hemû dema wan li edliyeyê derbas be. Her wiha Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî 93 dosyayên wî hene, divê Demîrtaş hemû dema xwe li edliyeyê derbas bike. Ji hêla din ve der barê Demîrtaş de 2 muebet û 486 sal jî cezayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha dîsa wekîlên HDP'ê gotin ku "ew dê îfadeyê nedin û darizandinê qebûl nakin" û ev berxwedana wan jî didome. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş der barê mijarê de ji DÎHA'yê re axivî û der barê mijarê de bertekên xwe bi van gotinan anî ziman: "A niha girtin bê çêkirin îfadeyê ku ez der barê van lêpirsînan de bidim, her yek dê rojekî bidome, tenê divê ez 93 rojan li dozgeriyê îfadeyê bidim. Dema doz bên vekirin divê ez her roj li dadgehê bim. Ev jî tê wê wateyê ez bi salan bêm darizandin. Ji bo wê jî me diyar kiribû em darizandinê qebûl nakin û em dê îfadeyê nedin. Ev ne darizandin e, em dêîfadeyê nedin, bersiva pirsên ku tên pirsîn em dê nedin. Tenê metneke meya parastinê heye, em ê li her derî vê metnê bixwînin. Em ê li gorî dawetên dozgeran tevnegerin, dixwazin bila me bi zora polîsan bibin. Ev kar krîzeke siyasî û têkoşîn e. Em dê berdêla vê li AKP'ê bibirin. Ez careke din bang dikim dema der barê wekîlekî me de li ku dibe bila bibe, biryara bi zorê birînê hat dayîn, bila gelê me li Kurdistanê dibe li Ewropayê dibe bila vê yekê şermezar bikin. Bila xwedî li vîna xwe derkevin." (ms)