Rengê 37 nifşên Sûrê di muzeya xwe de anî cem hev 2016-06-18 10:07:59 BERÎTAN ÎRLAN AMED (DÎHA) - Fadli Şahîn 20 salin li Amedê berhemên dîrok û çanda gelê Sûrê kom dike û ji van berheman muzeyek ava kiriye. Şahîn diyar kir ku li Sûrê 37 nifş dijîn û ji her nifşekî perçeyek kom kir û dixwaze vê vê çand û dîrokê bide naskirin. Fadli Şahîn 20 salin berhemên çand û dîroka gelên Sûrê lêkolîn dike û berheman kom dike. Şahîn di jêrzemîneke kolana Pirinççi ya li tenişta Mizgefta Mezin kom dike. Dema mirov ser pêlekanên dîrokî re dadikeve bodromê, mirov xwe di nava muzeya çanda gelên Sûrê de dibîne. Şahîn ne tenê berhemên dîroka gelê Sûrê, heta çanda Mirsir û Hindê jî di muzeya xwe de komkiriye. Bodrum ji tas û kefçî bigire, heta mehfur, cil, zînet, amurên muzîkê, daktîlo, nargîle, xemla jinan û hwd xemiliye. Şahîn ji bo komkirina berhemên dîrokê bajar bi bajar digere û berheman tîne cem hev. 'Min ji her nifşekî parçeyek dîrokê kom kir' Şahîn, anî ziman ku ew ji çand û dîrokê hezdike û hemû çand û rengên gelên cuda bi hev re xweşikin. Şahîn ku bi salan e kedê dide li ser armanca komkirina van berheman wiha got: "Di Sûrê de 37 nifş jiyane, min ji her nifşekî parçeyek kom kiriye. Vir cihê pirçandiyê ye, çand bi cudahiya ji hev ciwan in. Tiştên li vir hemû keda desta û roniya çavan in. Komkirina van tiştan wisan ne hêsane, ez diçim digerim, dibînim, paqij dikim, tiştek çiqas bi nirx be jî dikirim û li hev kom dikim. Dema ez tiştekî dibînim ez nekirim dimîne dilê min de. " 'Ez Sûrê nadim bi Bodrûmê Şahîn, got ku ew berhemên dîrokê li vir komdike, Sûr bajarek pir xweş e û wiha axivî: "Gelek kes dibêjin here bodrum Antalya yê bixebite. Lê ez ji Sûrê hezdikim, ez li Amedê ji dayîk bûme û ez ê li Amedê bimirim. Ez Sûrê nadim bi Bodrûmê." Şahîn da zanîn ku divê desthilatdar nirxê Sûrê bizanin, piştî van buyeran her kes pir bêzare û wiha berdewam kir: "Destpêkê kolanên Sûrê tijî mirov bû û bi taybet jî turîst pir dihatin. Lê piştî van buyeran ji sadan 90' serlêdan kêm bû. Ji ber ku êdî li vî welatî aramî nemaye. Êdî bank jî kirdiyê nadin esnafên Sûrê. Kirîn û firotin nemaye, eger wiha here dê esnafên Sûrê heta cejna qurbanê îflas bikin." 'Eger dibêjin yek al, welat, milet, çima nêzakatiya wan cudaye' Şahîn daxuyand ku di destpêka şer de dewletê her esnafek 3 hezar tl dayê û got: "Ez ji serokwezîr, serokomar û parlementeran dipirsim, eger hûn dikarin 6 mehan debara mala xwe bi 3 hezar tl birêvebibin emê jî rêvebibin. Nabe ku ew 100 hezar tl bigirin û gelê wan jî ji birçan bimire. Em esnafin ne ku parsek. Dema ev li Enqerê dikan şewitîn heman rojê de hatin berhevkirin. Madem dibêjin yek dewlet, yek Milet, yek al wê demê çima nêzîkatî ji bo vir û Tirkiye yê cuda ye. Ev dirûtiye." (st/mae)