Şehrîban Altunişik: Dê berxwedana me bi giyan û vîna jinê biserkeve 2016-06-16 10:09:07 ŞIRNEX (DÎHA) - Şopdara Sêvê, Pakîze û Fatmayan Şehrîban Altunişik a li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê bajar neterikand û li ber xwe da nîşan da ku hêvî ji tanktan mezintir e. Altunişik di peyama xwe ya dawî de bi van gotinan baweriya bi pêşengiya jinê û azadiyê anîbû ziman: "Dê berxwedana me bi giyan û vîna jinê bi serkeftinê bi encam bibe. Hêvî û baweriya me her ku diçe mezintir dibe. Hêviya me ji wêrekiya me, wêrekiya me ji dilê me mezintir e." Bi mehan e ku li hemberî êrîşên tevkujiyê yên hikumeta AKP'ê, gelên Kurdistanê li bajarên xwe di nav berxwedanê de ne. Jinên ku pêşengiya vê berxwedanê dikin jî ji roja destpêkê ye ku dibe hedefa hêzên şer. Li Şirnexê ku 94 roj in hêzên dewletê her tişt xistine hedefa xwe, gelek cenazeyên ku nasnameyên wan ne diyar in li Saziya Tip a Edlî ya Xabûrê û Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Her wiha heya niha jî derdora 30 cenaze ji aliyê dewletê ve hate revandin û bi dizî hatin veşartin. Duh di saetên êvarê de derketi holê ku yek ji kesên ji aliyê hêzên şer ve hatî qetil kirin jî endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Şehrîban Altunişik e ku ji roja destpêkê ve tevlî berxwedana bajêr bû û ji ber êrîşan xwe neda alî. Altunişik a ku weke jineke ciwan dilê xwe bi hêviya azadiyê dagirtibû ji bo xebatên 8'ê Adara 2016'an gotibû "Em ji Ekînan heya Sêvêyan rêveberiya xweser ava dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin." Li Şirnexê peyama 8'ê Adarê dabû Altunişik yek ji wan kesan bû ku tax bi tax berxwedanê pêş dixist û di peyama 8'ê Adarê de wiha digot: "Emê weke KJA hewl bidin ku jin li hemû deran derkevin qadan. Emê li navend, gund û bajarokên Şirnexê jî bi semîner, panel, şano û pêşandana fîlman 8'ê Adarê pîroz bikin. Emê li hemû taxan li ser wateya 8'ê Adarê û zanînê rêxistinbûnê biaxivin." 'Dê jin pêşengiyê bikin û biserkevin' Altunişik diyar kiribû ku jinên pêşeng di hedefa dewletê de ne û dewlet dixwaze bi tirsê jinan biçewisîne lê ewê li hemberî van polîtîkayan netirsin û paş ve gav neavêjin. Altunişik bi van gotinan balê kişandibû ser xeta berxwedana jinê: "Xwestin bi berxwedana Botanê de pêşengiya jinê bişkînin û jinan hedef girtin. 42 sal in têkoşîna jinan didome û dê ev pêvajo jî bi peşêngiya jinan pêş bikeve. Çi dikin bila bikin em natirsin. Yên ku dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin û biserkevin jin in." Peyama wê ya dawî: Em terk nakin! Altunişik piştî ku li Şirnexê êrîşên tevkujiyê destpê kir jî, li ser navê jinên ku di qadên berxwedanê de ne bi riya JINHA'yê banga raya giştî kiribû. Altunişik di roja 42'emîn a berxwedanê de ji taxa Yenî Mahalleyê bi van gotinan bang kiribû: "Em li hemberî êrîşên sadîst ên çeteyên Qesrê berxwedana xwe bi biryarî didomînin. Em tax bi tax, sikak bi sikak li ber xwe didin û em terka bajarê xwe nakin." 'Em tu caran teslîm nabin' Altunişik di bangawaziyê de diyar kiribû ku çi dibe bila bibe dê gel tu caran teslîm nebe û wiha berdewam kiribû:"Bila zanibin ku tu caran nikarin jiyana li qadên berxwedanê têk bibin. Dê berxwedana me bi giyan û vîna jinê bi serkeftinê bi encam bibe. Hêvî û baweriya me her ku diçe mezintir dibe. Hêviya me ji wêrekiya me, wêrekiya me ji dilê me mezintir e." 'Emê bibin şopdarên Sêvê, Pakîze û Fatmayan' Altunişik di peyama xwe de balê kişandibû êrîşên li ser laşê jinê jî û bi van gotinan berxwedana jinê anîbû Ziman: "Em jin tu caran dest ji doza xwe bernadin. Emê bibin şopdarên Sêvê, Pakîze, Fatma û bi sedan hevrêyan." 'Roj roja berxwedan û têkoşînê ye' Altunişik di axaftina xwe de herî dawî jî bang li gel kiribû ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin û wiha dawî li bangawaziya xwe anîbû: "Bila tu kes li hemberî van komkujiyan bêdeng nemîne û xwedî li berxwedanê derkeve. Bêdengî komkujiyê bi xwe re tîne. Eger em dixwazin rê li ber komkujiyan bigirin divê em xwedî li berxwedanê derkevin û her derê veguherînin qadên serhildanê. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye." (sy)