DEDAŞ'ê 50 gund bê ceryan hişt 2016-06-16 09:37:03 MÊRDÎN (DÎHA) - Pergala xerçkirina ceryanê ya ku ji hêla DEDAŞ'ê ve ji nûve tê sererastkirin, piştî di navbera cotkaran de bû sedema nelihevkirinê, fatûra vê carê li şêniyên gundan hat barkirin. Bi taybetî li 50 gundên Dêrikê dem dem ji ber qutbûna ceryanê welatî gelekî mexdûr dibin. Pergala xerçkirin û belavkirina ceryanê ya ku ji hêla Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve hat sererastkirin, bû sedema nerazîbûna cotkaran, li ser vê vê carê fatûra li şêniyên gund hatin barkirin. Ji ber spartinên DEDAŞ'ê li 50 gundên Dêrikê dem dem qutbûna ceryanê bû sedema tengezariyê. Welatiyên di meha Remezanê de ji ber rojî ye û ji ber germahiya hewayê pirsgirêkên cidî dijîn, ji ber vê li hemberî şirketê bi bertek in. Welatiyê bi navê Mehmet Alî Onder diyar kir ku polîtîkaya bertêla sêçûnê ya ku ji hêla DEDAŞ'ê ve hatiye sererastkirin, de cotkaran mexdûr bike, ji ber vê jî bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike. Onder aşkera kir ku rojê herî kêm 12 saetan ceryana wan tê qutkirin û ev tişt got: "Em di meha Remezanê de bê av dimînin. Em perîşan bûn, ne ceryan heye û ne jî av, em di kîjan serdemê de dijîn? Dema ceryanê berdidin bi yek fazê berdidin. Hevdunekirina di navera cotkar û DEDAŞ'ê de berdêla wê ji me dibirin." Xanê Guven a 70 salî diyar kir ku ew vê hewldanê şermezar dike, ji ber vê polîtîkayê ew hatine mexdûrkirin. Guven diyar kir ku tişta di meha Remezanê de li wan tê kirin di mislimantiyê de tuneye, navê vê zilim e. (ms)