Nanê xwe ji çopê derdixin! 2016-06-16 09:19:41 MANÎSA (DİHA) – Ji Rihayê 20 karkerên demsalî yên hatine Manîsayê di bin şert û mercên giran de çopan ji hev derdixin. Karkerên ku tu ewlehiya wan tuneye di bin bêhneke pir giran de di bin 35 derece germahiyê de bênavber disekinin. Karkerên ku di konan de dijîn ji bo şert û mercên wan bên başkirin sîgorte dixwazin. Karkerên ku li navçeya Salîhlî ya Manîsayê di qada çop avêtinê de dixebitin di bin şert û mergên giran de karên xwe pêk tînin. Nêzî 20 karkerên ku ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatine ji serê sibehê heta roj diçe ava dixebitin. Li qada di navbera taxên Bariş û Gaffar Okan rojê 50 ton çop tên avêtin û di bin germahiyê de yek bi yek bi destên xwe ve ji hev derdixin. Karkerên ku çopên ji hev derdixin li TIR'an bar dikin û dişînin kargehên li İzmîr û Stenbolê. Ewlehiya wan nîne Karkerên ku li konên qadên çopê danîne dimînin hem di şertû mercên netenduristî de ne hem jî bê sîgorte ne. Li konan ceryan, ava paqij tuneye, ligel bêhna giran jî têkoşîna jiyanê didin. Karkerên ku berê li Stenbol, Sakarya û Balikesîrê li navendên kom kirina çopan xebitîne bi fikara ku dê şîrket wan ji kar bavêje dîmen û wêne naxwazin bidin. Karkeran anîn ziman ku li bajarên ku berê xebitîne ji ber ku nûçeyên wan hatiye çêkirin ji kar hatine avêtin. Welatiyên ku li taxên Bariş û Gaffar Okan dijîn ji ber ku ji bêhnê nikarin bisekinin karker çopan ligel bêhnê ji hev derdixin. Karkerên ku ji qadê kêm caran derdikevin dibêjin ku ji ber ku alternatîfekî wan tuneye dixebitin. Karker dixwazin sîforteya wan bê çêkirin. (sa)