Belgefîlma kesên ku di bin dengê çekan de govend digerînin: Tecrîd 2016-06-15 09:15:10 ANTALYA (DÎHA) - Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê belgefîlmek bi navê "Tecrîdê" ya ku berxwedana girtiyên siyasî yên li hemberî polîtîkayên tecrîdê vedibêje kişandin. Derhênerên belgefîlmê diyar kirin ku ev xebat kesên ku di bin dengê çekan de govend digerînin nîşan dide. Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê, bi xebateke kollektîf li ser girtîgehên Tîpa F, Komkujiya 19'ê Kanûnê û li ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyan bi navê "Belgefîlma Tecrîdê" belgefîlmek amade kirine. Derhêneriya belgefîlmê xwendekarên bi navê Mahmut Atilgan û Turgay Koksal kirine. 'Me xwest em berxwedana rûmetê ya girtiyan nîşan bidin' Yek ji derhêneran Turgay Koksal ê ku der barê projeyê de axivî anî ziman ku wan vê xebatê weke projeya mezuniyeta ji zanîngehê kişandine û wiha got: "Em di belgefîlmê de rojiyên mirinê, Berxwedana 19'ê Kanûnê û berxwedana girtiyên siyasî ya li hemberî zextên dewletê vedibêjin." Koksal da zanîn ku di belgefîlmê de ji siyasetê wêdetir hewl dane ku rewşa însanî nîşan bidin û wiha berdewam kir: "Me jî xwest em nîşan bidin ku girtiyên siyasî ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin. Me xwest em nîşan bidin ku zindan cihên herî mezin ên berxwedanê ne." 'Me destpêkê lehengên belgefîlmê peyda kirin' Derhênerê din ê belgefîlmê Mahmut Atilgan jî anî ziman ku dema dest bi belgefîlmê kirine destpêkê bi girtiyên ku bi salan li girtîgehan mane re hevdîtinan kirine. Atilgan bilêvkir ku xwestine xwe bigihînin lehengên belgefîlmê û piştî ku van kesan peyda kirine jî xebat ji xwe ber herikiye. 'Di bin dengê çekan de govend gerandin' Atilgan gotinên Eyuphan Başaran ê ku di belgefîlmê de cih girtiye destnîşan kir û got "Gotinên Başaran ên 'Di 19'ê Kanûnê de me di bin dengê çekan de govend digerand' berxwedana wan tîne ziman. Dîsa Nesîm Ozkan digot 'Ji bo me îşkenceya herî mezin şewitandina pirtûkên me bû.' Ev gotin têkoşîna girtiyên siyasî û baweriya wan a berxwedanê radixe ber çavan." Dê pêşandana belgefîlmê ji gel re vekirî be Atilgan diyar kir ku wan di nav şert û mercên giran û bi kêmderfetan belgefîlmê kişandine lê di heman demê de anî ziman ku bêderfetî dibe nebe hinceta nexebatê. Atilgan herî dawî da zanîn ku dê pêşandana belgefîlmê li bajarên wek Amed, Dersim, Wan, Îzmîr, Enqere, Stenbol, Antalya û Mersînê were kirin û dê hemû pêşandan ji gel re vekirî be. (sy)