Ji aqûbeta Kulter AKP berpirsyar e 2016-06-14 14:46:35 AMED (DÎHA) - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku AKP'ê li herêmê polîtîkaya tunekirinê daye meşandin bi vê polîtîkayê Sûr hatiye hilweşandin û şewitandin û aşkera kir ku ev polîtîkaya tehcîr, sirgûn û hilweşandinê ye. Tanrikulu bal kişand ser rewşa Hurşît Kulter jî û got ku di vê der barê de tu daxuyanî nehatiye dayîn, bi vê yekê mafê jiyanê tê binpêkirin. Parlamenterê CHP'e Sezgîn Tanrikulu di civîna çapemeniyê ya CHP'a Amedê hat dayîn de, der barê geşedanên dawî de axivî. Tanrikulu bi lêv kir ku siyaseta Tirkiyeyê di cenazeyên "şehîdan" de hatiye xitimandin, ji ber ku siyaset hatiye vê rewşê ew ev rewşeke gelekî xemgîn e. AKP partiya tunekirinê ye Tanrikulu got ku saleke siyaset li ser nîqaşên "şehîd", cenaze, mirin, girtîgeh û hilweşandinê tên dewam kirin û piştrast kir ku AKP partiya tunekirinê ye. Tanrikulu li ser talana li navçeya Sûrê jî sekinî û da zanîn ku dîroka 5 hezar salî hatiye tunekirin, 2 hezar mirov ji Sûrê hatiye koçberkirin, 5 hezar avahiyên welatiyan hatiye hilweşandin. Ji aqûbeta Kulter AKP berpirsyar e Tanrikulu herî dawî der barê rewşa Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter de jî hin nirxandin kirin û diyar kir ku ji aqûbeta Kulter AKP berpirsyar e û ev tişt got: "Ev 19 roj e der barê Kultre de tu agahî nayên bi destxisitn, ji vê rewşê AKP berpirsyar e." (ms)