Jinên gotin 'Kolan û Komun azad dike' komunê ava dikin 2016-06-14 09:26:03 SADIYE ESER STENBOL (DİHA) - Jinên ku bi şîara 'komun azad dike' ketin rê, ji aliyekî xebatên çand û hûnerê dimeşînin û ji aliye din ve jî li taxan bi jinan re tên cem hev xebatên jinan ên wek panel û atolyeyê xwendinê xebatên xwe dimeşînîn. Jinên ku butçeya xwe wekî komun ava dikin, li diji polîtîkayên hikumetê her dem li kolanan in. Komuna Jinan a ku navê xwe ji berxwedana Geziyê û ji tevgêra komûn a dîrokê digirin ji 8 Adarê ve xebatên xwe dimeşîne. Jinên ku xebatên çand û hunerê wek koma erbaneyê, koraya jinê dimeşîne, xebatên taxan jî lidar dixin. Jinên ku li kolanan bi jinan re tên cem hev xebatên polîtîk jî bi panelên ku gel agahdar dike û atolyeye xwendinê jî pêk tînin. Ji mamosteyan heta jinên malê, ji parêzeran heta kedkarên fabrîkayên gelek jin di nav vê Komuna jinan de cih digirin. Jin ji aliyekî ve jî ji bo butçeya xebatên xwe ji komuna ku ava kirin pêk tînin. Berdevka Komuna Jinê Semra Aslan anî ziman ku ew li hemberî bûyerên civakî derdikevin kolanan û wiha berdewam kir: "Hêza jinê ya ku tişta pêk bînê heye. Me ev yek li berxwedana Gezi jî, li pratîkên xwe yê berê jî dît. Dîsa me ji jinên Kurd ên niha şer dikin jî dît." Aslan diyar kir ku wan navê xwe ji komuna ku li Geziyê ava bûye sitandine û wiha got: "Jinên ku dibêjin em li hemberî faşizmê ne û yê ku dibêjîn em dikarin bi hev re pirsgirêkan hemuya hilgirin di nav Komuna Jinê de cih digirin. Ev cihê van jinên ku wiha difikirin tevan e." Aslan da zanîn ku ji civakê gelek jinên cur bi cur di nav Komuna Jinê de cih digire û wiha pê de çû: "Wextê me nû dest pêkir me bi xebatên taxên destpêkir. Piştre em bi jinan re li taxan hain cem hev û me atolyeya xwendinê da destpêkirin. Me di 8'ê Adarê deKomuna Jinê aşkere kir." Bi xebatên cur bi cur dimeşin Aslan derheqê xebata xwe ya atolyeya xwendinê jî agahî dan û diyar kir ku her roja diçe xwebatên wan berfireh dibe û ji van xebatên xwe gelek tiştan hîn dibin. Aslan derheqê xebatên ku heta niha pêk anîn de jî agahî dan û got: "Li hin taxan xebatên me yê avakirina meclisa Komuna Jina didome. Me li Okmeydaniye panela bi navê 'tenduristiya jin û malbat, jin û zarok" lidarxist in. Ermanca vê xebata me jî ew ê ku em jinan ji aliye tenduristiye vê hişyar bikin. Bi nave "Em çawa nezî zaroka bin' panel jî me pêk anî. Li ser jinên ku li tekstile de jî dixebitin me hin xebat meşand. Li dser Wakfa Ensarê jî me çalekiyeke "Em ê çawa zarokên xwe biparezin, em dikarin çibikin" lidarxist. Xebatên me heta niha bi panelan didomi." 'Komun azad dike' Aslan, da zanîn ku demsala havînê dê xebatên wan yê koro û erbanê bidomê û wiha axivî: "Li Tirkiye rojev germe. Her dem rojev tê guhartin. Ji niha û şûnde jî em ê xebatên xwe bimeşinîn. Em difikirin ku kampanyaya Çilem Dogan pêk bînîn. Jinên ku denge wan nayen bihistin hene. Li ser wan jî em ê xebatan bimeşînîn. Tam ne diyar bê jî em dixwazin li dijî Ensarê zaningaha havînî a dayîk û zarokan pêk bînîn. Bi vê xebatê jî em dixwazin zarokên xwe li zanîngehe xwe bi şekîl bîkin." Aslan li ser şerê li bajêre Kurdan pêk tî û li ser polîtîkayên AKP'ê ê li ser jinan ji nerînên xwe anî ziman û wiha got: "Tê xuyakirin ku AKP'ê dê vî şerî hejî kur bike. Disa AKP'ê li ser xala jina jî, polîtîkayên wek ku jin ji komuyê û ji civake dur dixe pêk tînê ji aliye di vê jî ve yeke wek jinê azad dike dide xuyakirin.Li vê xalê de gelek erk dikevin ser milên jine de. Ji ber vê jî em dibêjin , Li dijî van polîtîkayên AKP ê tarî em serî na teyînîn û em ê li kolana bin. Ji ber em jîn dê li kolana azad bibin û komun dê me azad bike. Hêza me ya ku em sinorên qadên xwe derbas bikin heye. Me ev yek li Geziye, li pratikên xwe yê berê jî û ji jinên Kurd ê niha şer dikin jî em dibînîn." (se/mae)