Wezîrê Hollandayê: 18 kesên sûc kirine li Tirkiyeyê digerin 2016-06-13 12:54:33 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) Hikûmeta Hollandayê diyar kir ku 18 kesên ji ber hin sûcên cuda lêgerîna wan heye, li Tiriyeyê li korî kêfa xwe digerin. Wezîrê Ewlehî û Edaleyê Afe van der Steur, aşkera kir ku di nava van kesan de Şaban Baran ê 'ji ber karê fihûşê' 7 sal 9 meh cezayê wî heye jî cih digire. Hikûmeta AKP'ê ya ku welat veguherandiye qada şer, her kesê ku behsa aştiyê dike, davêje girtîgehê û îşkenceyê li wan dike, ji bo tacîz-tecawizkar û kesên fihûşê dike, welatî herî xweş e. Li gorî nûçeya BBC'yê, 18 kesên ku der barê wan de ji ber sûcên cuda û fihûşê lêgerîna wan heye, bi awayekî serbest digerin. Her çendî hikûmeta Hollandayê di vê der barê de gelek caran serlêdan kiribe jî ev kes nehatine cezakirin. Parlamenterê Partiya Demokratên Xiristiyan (CDA) Pîeter Omtzîgt diyar kir ku kesê bi navê Şaban Baran di sala 2010'an de dema ji bo destûrê ji girtîgehê derket, reviye Tiriyeyê dosyaya wî şand parlamentoyê. Piştî partiyên din jî piştgirî dan, Wezîrê Dadê û Ewlehiyê agahî da meclisê. Li gorî daxuyaniyên wezîrê Hollandayê, 18 kesên ku Şaban Baran jî di nav de û ji ber sûcên cuda tên darizandin, ji Tirkiyeyê îadeya wan hatiye xwestin, nedane wan û ev kes li Tirkiyeyê serbest digerin. Li gorî peymana herdu aliyan Tirkiye, kesên welatiyên herdu dewletan e, an jî tenê welatiyên tirkin, îdadeyê Hollandayê nake. Ev kes piştî ji hêla dadgehên tirkan ve hatin naskirin, cezayên ku li Hollandayê girtine, dikarin li Tirkiyeyê bikişînin. Wezîrê Hollandayê diyar kir ku wan Şaban Baran ê ku 7 sal 9 meh cezayê girtîgehê girtiye, 23 caran ji rayedarên tirk xwestine. Li gorî wezîran, 6 caran ev daxwaz hatiye erêkirin. Piştî îdade pêk nehat, hat xwestin ku Baran li Tirkiyeyê cezayê xwe bikişîne. (ms)