Ji bo hilweşandinê hejmara maşînan zêdekirin 2016-06-12 15:07:42 ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê ji bo li Silopiyê hilewşandinê bi lez bikin, hejmara maşînên kar zêde kirin. Ji bo malbat avahiyên xwe vala bikin, 3 roj dem dan wan. Piştî êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta tirk a dagirker, bi hezaran avahiyên welatiyan hatin hilweşandin, bi biryara Lijneya Wezîran, biryara "îstimlaqa bi lezgîn" hat derxistin û li navçeya Silopiyê ya Şirnexê talana hêzên dewletê berdewam dike. Bi meha Remezanê re hilweşandina li navçeyê hat bi lez kirin û ji bo vê jî hejmara maşînên kar hatin zêdekirin. Piştî li taxa Karşiyakayê bi sedan avahî hatin hilweşandin, niha li taxa Şehîd Harun jî bi sedan avahî tên hilweşandin. Hat diyar kirin ku gelek malên tu pirsgirêkên wan tune jî tên hilweşandin, ji bo vê ji malbatan re tiştek nehatiye parvekirin. Dibistana Seretayî ya Fatîhê ya li taxa Şehîd Harûn, ji hêla tîmên taybet ve wekî biryargeh tê bikaranîn, dîsa gelek avahiyên li nêzî lojnamên leşkerî jî beyî ku tu pirsgirêkên wan hebin jî dîsa tên hilweşandin. Gelek malên li taxa Şehîd Harun ji bo hilweşandinê hatin deqkirin, ji bo welatî malên xwe vala bikin 3 roj dem ji bo wan hat veqetandin. (ms)