Li nîvîskar cezaye 444 qamçî hat birîn 2016-06-12 14:57:33 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat raigandin ku rejima Îranê bi îdiaya nûçeyên derew par ve kirine cezayê 444 qemçiyan da nivîskarê blogê Muhammed Riza FethÎ. Rejîma Îranê bi cezayên darvekirinê û îşkenceyê yê li hemberî mirovan, hema bêje sûcê mirovahiyê dike. Roj tune ku li Îranê welatiyek neyê darvekirin. Herî dawî hat diyar kirin ku rejima Îranê bi îdiaya ku nûçeyên derew par ve kirine cezayê 444 qemçiyan da nivîskarê blogê Muhammed Riza Fethî. Li gorî nûçeya malpera ‘atreyas.irê ya li Îranê weşanê dike, Muhammed Riza Fethî yê li bajarê Saveyê dijî û bi nivîsên xwe tê naskirin, der barê wî de ji ber nivîsên wî, rêveberên îranî giliyên wî kiriye, li ser giliyên rêveberan Dadgeha Cezayê Seveyê diyar kir ku wan li Fatîhî cezayê 444 qamçiyan birye. Min parastina mafê civakê kir Muhammed Riza Fethî der barê cezayê li wî hatiye birîn de agahî da û sûcdariyên dadgehê yên qaşo wî nûçeyên derew parve kiriye derewand û aşkera kir ku ew dê dozê bibe Dadgeha Bilind. Fatîhî 9 rûpel parastina xwe pêşkeşî dadgehê kir û piştrast kir ku wî bi nivîsên xwe mafê gelemperiya civakê parastiye. (ms)